Di 20 salan de 2.150 qurbanî

Çarşem 31 Kanûn 2025 - 03:15

Li Rojhilatê Kurdistanê, sala 2025an jî ji bo kolberên Kurd wekî salên borî veguherî saleke bi êş, xem û kuştinan. Sala 2025’an ji bo kolberên Kurd bû saleke giran û bi xwîn. Tevî hemû bangên navdewletî jî Komara Îslamî ya Îranê siyaseta xwe ya gulebarana rasterast li ser sînoran domand. Li gorî daneyên dawî yên rêxistinên mafên mirovan, krîza mirovî ya li Kurdistanê bi sedemên siyasî û aborî kûrtir bûye. Li gorî raporên Hengaw û Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN), di şeş mehên ewil ên sala 2025an de herî kêm 10 kolber bi gulebarana hêzên rejîma Îranê hatin kuştin û 12 kolber jî birîndar bûn. Piştî agirbesta Îran û Îsraîlê, zextên li ser sînoran bi awayekî berbiçav zêde bûn. Tenê di mehekê de 7 kolberên din hatin kuştin. Dema em li 20 salên dawî dinêrin, tablo hîn girantir dibe. Li gorî daneyên ku ji çavkaniyên mafên mirovan hatine berhevkirin, di 20 salên dawî de 2 hezar û 150 kolberên Kurd li ser sînoran hatine qetilkirin. Lê belê ev dane yên ku hatine parvekirin, gelek malbat ji ber rewşa ewlehiya xwe kuştî û birîndarên xwe vedişêrin, bi raya giştî re parve nakin.

Herî zêde gulebarankirina rasterast dibe sedema kuştina kolberan. Hêzên sînorî bêyî hişyariyê bikin, guleyan li kolberan dibarînin. Çiyayên Qendîl û Zagrosê di zivistanê de dibin xefika mirinê. Serma û aşît her sal canê gelek ciwanan distîne. Mayinên di şerê Îran û Iraqê hîn jî li ser sînoran mane û dibin sedema mirina kolberan. Zêdetirî ji sedî 70ê van kuştinan bi gulebarankirina rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê pêk hatine. Yên din ji ber aşîtê, sir û seqema dijwar, teqemniyan û ketina ji lat û zinaran jiyana xwe ji dest dane.

Rejîm Kurdan tehdît dibîne

Kolberî ne hilbijartinek e, lê encama polîtîkayên aborî û zextên li ser Rojhilatê Kurdistanê ye. Li Rojhilatê Kurdistanê rêjeya betaliyê ango bêkariyê li van deran du qatê parêzgehên Îranê ye. Ji ber nebûna kargehan, tew xwendekarên zanîngehê jî neçar in ji bo debara malbatên xwe bikin, barên giran li ser pişta xwe hildigirin û dikevin ser rêya mirinê.

Tehran herêm û parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê wekî “tehdîda ewlehiyê” dibîne. Bi vê nêrînê, sînor wekî qada şer têne hesibandin û her liv û tevgera kolberan wekî çalakiyeke li dijî dewletê tê dîtin. Ev yek rê li ber “bêcezabûna” leşkerên ku kolberan dikujin vedike. Rayedarên Îranê ji bo kuştinan rewa bikin, kolberan wekî “qaçaxçiyên çekan” nîşan didin.

Rêxistinên mafên mirovan di raporên xwe yên dawî yên sala 2025an de bang li civaka navneteweyî dikin ku zextê li Îranê bikin. Tê xwestin ku kolberî wekî “karê mirovî” bê naskirin û dawî li kuştina ciwanên Kurd bê anîn. Tevî hemû raporên navdewletî û bangên saziyên mafên mirovan, kuştina kolberan li ser sînoran wekî “siyaseteke sîstematîk” berdewam dike.

AW/LEZGÎN AKDENÎZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.