Dewleta Tirk bi qaçaxî propaganda dike

Çarşem 28 Îlon 2022 - 01:42

  • Dewleta Tirk bi destê wezareta xwe ya karên hundir, bi dehan kanalên radyoyê yên neqanûnî û qaçax vekirine û wan weke saziyên şerê taybet bi kar tîne. Li ser giliyan hin ji radyoyan weke ku ser bi TRT´ê bin hatin nîşandan, lê Delal FM hîna jî qaçax qaçax e.  

AHMET KANBAL/MA/MÊRDÎN

 

Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an, li Tirkiyeyê Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK), yên di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de di 20'ê Tîrmeha 2016'an de hatin ragihandin. Bi van biryarnameyan heta 31'ê Kanûna 2016'an bi giştî 178 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Ji van saziyan 3 ajansên nûçeyan, 16 kanalên televîzyonê, 45 rojname, 15 kovar û 23 jî kanalên radyoyê bûn. Lê li bajarên Kurdan li şûna saziyên çapemeniyê yên hatin girtin, gelek organên çapemeniyê yên nêzî desthilatê hatin bicihkirin. Di vê çarçoveyê de li bajarên Kurdan ji bilî malperên înternetê yên di bin kontrola midûriyeta polêsan de, gelek radyo hatine avakirin.

 

Weke radyoyên herêmî nîşan didin

Ev kanalên radyoyê qaşo ji bo "têkoşîna li dijî terorê" hatin avakirin, bi taybetî li bajarên Kurdan, bi "weşaneke derqanûnî" kar dikin. Radyoyên ku li herêmê weşaneke nêzî desthilatdariyê û bi taybetî jî nêzî Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylu  dikin, wekî ku radyoyên herêmî bin, tên nîşandan û ji bo balê bikişînin ser xwe jî weşanên xwe bi Kurdî, Tirkî, Erebî û li hin bajaran jî bi Inglîzî didomînin.

 

Weşanên xwe li qeymeqamtiyê dikin

Pirraniya van radyoyan, weşanên xwe li avahiyên qeymeqamtiyê dikin û ji xeynî van, hin radyo jî li şaredariyên qeyûman dagirkirî weşanê dikin. Peyamnêrên hinan ji wan di avahiyên şaredariyên qeyûman de ne. Lê Radyoya Başakê ya li Qosera Mêrdînê hatiye avakirin, şaredariyê hem wekî navend bi kar tîne hem jî wekî devera ragihandinê.

 

RTUK guh nade giliyan

Radyoyên navbirî yên ku ev demeke dirêj e "weşaneke derqanûnî" dikin, ji aliyê radyoyên taybet ên di bin kontrola RTUK'ê de gelek caran giliyê wan hatiye kirin. Lê belê ne RTUK'ê ne jî qeymeqamtiyan guh nedaye van giliyan. Piştî demekê gava giliyên ji bo van radyoyan zêde bûn, Wezareta Karên Hundir dest bi komkirina radyoyên "weşaneke derqanûnî" kiribû û ew di bin navê şirketê de anîbûn cem hev. Di vê çarçoveyê de şirketek hat avakirin ku navenda wê Ercîş FM, Tûtak FM e. Radyoyên ku di qeydên RTUK'ê de hatine avakirin bi giştî wekî Ercîş FM, Tûtak FM hatine qeydkirin û hatiye diyarkirin ku ew saziyên TRT'ê ne.

 

Ne yek û ne didu ne

Hin navên radyoyên qaçax ku ji hêla dewletê ve li bajarên Kurdan hatine avakirin wiha ne;

* Başak FM a ku li navçeya Mêrdînê Qoserê bi frekansa 97,7 di çileyê 2019'an de bi piştgiriya Qeymeqamtiya Qoserê hatiye avakirin. Li gel Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû, walî, qeymeqam, Serokê AKP'ê yê Bajêr û parlementerên AKP'î beşdarî vekirina wê bûne. Weşana xwe bi Kurdî û Tirkî dike. Mêvanê ewilî yê radyoyê jî Soylû bûye. Peykên radyoyê jî li ser avahiya Şaredariya Qoserê ne ku bi qeyûm hatiye dagirkirin. Di qeydên RTUK'ê de wekî Ercîş FM, Tûtak FM'ê navê wê heye.

 

* Radyoyeke din a li Mêrdînê hatiye avakirin jî Nusaybîn FM e. Frekansa vê radyoyê jî 99.0 ye. Di Adara 2019'an de hatiye vekirin. Waliyê Mêrdînê qeyûmê wê demê Mûstafa Yaman û rêvebirên AKP'î yên wê demê û Namzetê AKP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mehmet Vejdî Kahraman tev li merasîma vekirina Nusaybin FM'ê bûne. Di qeydên RTUK'ê de wekî Ercîş FM, Tûtak FM'ê derbas dibe.

 

* Di Çileyê 2020’an de li Rihayê radyoya bi navê Bariş Pinari FM bi piştgiriya Navenda Piştevanî û Koordînasyona Sûriyeyê ya Walîtiyê hatiye avakirin. Radyo weşana xwe bi Tirkî, Kurdî, Erebî û Inglîzî dike. Her wiha li Rihayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşana xwe bi frekansên cuda dike. Li Rihayê frekansa wê 106.0, li Serêkaniya Rihayê û Serêkaniya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê frekansa wê 106.2 û li Kaniya Xezalan û Girê Spî jî frekansa wê 105.8 e. TRT piştgiriya wê dike.

 

Delal qaçax qaçax e 

* Delal FM ku li Dîlokê hatiye avakirin, weşana xwe bi frekansên 99.5 û 95.9 dike. Delal FM ku bi giranî bi Erebî weşanê dike, di weşanên xwe yên ji bo bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de balê dikişîne ser bernameyên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan. Navê wê di nava qeydên RTUKê de tine ye.

 

* Li Wanê dema ku Ercîş FM hatiye avakirin, weşana xwe li ser frekansa 90.0 dike. Ercîş FM di Çileyê 2019'an de bi destê Qeymeqamtiya Erdîşê hatiye avakirin. Di malpera înternetê ya qeymeqamtiyê de hatiye diyarkirin ku radyo ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatiye avakirin. Di qeydên RTUK'ê de navê wê Ercîş FM, Tûtak FM e.

 

* Bi heman awayî Tûtak FM di Çileyê 2019'an de li Agiriyê bi frekansa 94.4 dest bi weşanê kiriye. Di qeydên RTUK'ê de navê wê wekî Ercîş FM, Tûtak FM e.

 

* Li navçeya Bazîda Agiriyê, Radyoya Dogûbeyazit di Çileyê 2019'an de bi frekansa 104.4 dest bi weşana xwe kiriye. Di qeydên RTUK'ê de Ercîş FM, Tûtak FM e.

 

* Li Çelê ya Colemêrgê Çûkûrca FM bi frekansa 91.1 di 17'ê Îlona 2018'an de hatiye avakirin û yên piştgiriya wê dikin Qeymeqamtiya Çelê û Wezareta Karên Hundir a Tirk e. Di qeydên RTUK'ê de wekî kanaleke saziya TRT'ê hatiye binavkirin.

 

* Li navçeya Colemêrgê Geverê jî Yuksekova FM bi frekansa 95.1 hatiye avakirin û Wezareta Karên hundir a Tirj û Qeymeqamtiya Geverê piştgiriya wê dikin. Di qeydên RTUK'ê de wekî saziya TRT'ê tê binavkirin û ser bi Ercîş FM, Tûtak FM´ê xuya dike.

 

* Cizre Nergis FM ku li navçeya Şirnexê  Cizîrê di bin banê qeymeqamtiya navçeyê de hatiye avakirin û TRT piştgiriya wê dike weşana xwe bi frekansa 96.0 dike. Her tim Waliyê Şirnexê, qeymeqam û qeyûmên navçeyê dibin mêvanê radyoyê. Di qeydan de wekî saziyeke TRT'ê tê binavkirin. Di qeydên RTUK'ê de navê wê wekî Ercîş FM, Tûtak FM e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.