Dewleta Tirk berpirsê sûcên şer e

În 1 Adar 2024 - 00:54

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) di rapora xwe de diyar kir:"Tirkiye berpirsê binpêkirin û sûcên şer e ku hêz û komên çekdar ên xwecih ên ku piştgiriya wan dike, li herêmên bakurê Sûriyeyê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, pêk tînin."

Rêxistinê di rapora xwe de sûcên li wan herêman; bûyerên revandin, girtin, destdirêjî û êşkenceya ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin, di 75 rûpelan de belge kirin.

Rêxistinê destnîşan kir ku destê çeteyên dewleta Tirk a dagikrer û îstixbarata Tirk di wan sûcan de heye û da zanîn ku di nava wan sûcan de, binpêkirina mafên bicihbûnê û milkiyetê, dizî û talankirina mal û milkên xelkê û şantajkirin hene. Her wiha got ku hesab ji sûcdaran nayê pirsîn.

Cîgirê gerînendeyê beşa Rojhilata Navîn a HRW’ê Adam Coogle got:"Sûcên niha tên kirin, wê berdewam bikin. Rayedarên Tirk, berpirsên van sûcan in ji ber ku desthilata dagirkeriyê ne û hin caran jî rasterast tev li sûcên şer dibin." Rêxistinê di rapora xwe de anî ziman ku hesabpirsîn ji ber sûcên li dijî mafên mirovan nayê kirin û eşkere kir ku wê lêpirsîn derbarê 4 kesên peyabilind de kiriye ku tê îdiakirin destê wan di sûcan de heye, lê tu kes ji wan nehatiye darizandin û 3 ji wan di nava çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî’ de payebilind in.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.