Dewleta Elman xwe li nezaniyê danî!

Pêncşem 21 Cotmeh 2021 - 23:12

  • Bêdengiya dewletên Ewrûpî û hêzên navneteweyî ya li ber bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve ya bi mehane li ser Herêmên Parastina Medyayê didome.

Bêdengiya dewletên Ewrûpî û hêzên navneteweyî ya li ber bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve ya bi mehane li ser Herêmên Parastina Medyayê didome.

Partiya Çep a yek ji partiyên mûxalîf ên Elmanyayê ye, rojên borî nûçe û daxuyaniyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî biribû rojeva Meclîsa Federal.

Parlemeterê Partiya Çep Gokay Akbûlût pêşnûmepirsek kurt têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve dabû. Li ser navê hikûmeta federal ku Serokwezîrtiya wê Angela Merkel dike Mûsteşarê Wezareta Karê Derve Mîgûel Berger bersiv da pêşnûmepirsê.

Ne xwedî agahî ye!

Li ser pirsa bê ka di destê dewleta Tirk de çekên kîmyewî hene an na? rayedarê Elman Berger anî ziman ku derbarê vê mijarê agahiyên di destê wan de tenê bi nûçeyên li ser mijarê hatin parvekirin re sînordar in, hikûmeta federal ji çavkaniyên xwe ne xwedî agahî ye.

Berger îmzekirina Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya 29’ê Nîsana 1997’an bibîr xist û got Tirkiye alîgirê vê peymanê ye. Berger got: “Tirkiye bi îmzekirina vê peymanê diyar kiriye ku ne xwedî çekên kîmyewî ye.”

Musteşerê Wezareta Karê Derve Berger bal kişand ser Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ku ji bo yên peymanê pêk neîne hatiye avakirin û destnîşan kir ku Tirkiye di nava mekanîzmeya şopandina OPCW’ê de ye û îdîa kir ku tê kontrolkirin.

Berger têkildarî pirsa bê ku Hikûmeta Federal a Elman ji bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li ser hêzên PKK’ê agahdare an an? heman bersiva ku Ûlla Jelpke ya meha hezîranê da û gotibû: “Hikûmeta Elmanya bûyerên ku li bakurê Iraqê rû didin ji nêzîk ve dişopîne, di serî de Tirkiye bi hemû muxatabên bi vê mijarê re têkildarî bi rêkûpêk di nava hevdîtinê de ne.”

Parlementerê Îtalyan oêşniyazname da meclîsê

Her wiha parlementerê Îtalyan Erasmo Palazzotto jî ji ber ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne, pêşniyaznameyek da meclîsê. 

Palazzotto pirs ji Wezaretên Karên Derve û Wezîrê Hevkariya Navneteweyî kir û diyar kir dewleta Tirk peymanên navneteweyî bin pê dike.

Parlementer bal kişand ser sûcên şer ên wekî kuştinên di salên 1990’î de, êşkence, şewitandina gundan û dagirkeriya di sala 2018’an de ya li ser Efrîn û Girê Spî bi bîr xist û diyar kir li Rojava çekên kîmyewî yên wekî fosfora spî tê bikaranîn.

Palazzatto diyar kir ji 23’ê Nîsana 2021’an û vir ve li ser Başûrê Kurdistanê êrişên dagirker didome û li Metîna, Zap û Avaşînê çekên kîmyewî tên bi kar anîn.

Palazzatto diyar kir ku hikumeta Tirk ji binpêkirina sîstematîk a peymanên navneteweyî berpirsyar e. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.