Desteya Mafê Mirovan di guhê ga de ye!
Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 19:36
Berdevkê Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê îdîa kir ku agahiya wan ji bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayan nîne! Baskê wan yê Silêmaniyê jî berovajiyê wê diyar kir ku ew li ser talîmata navendê nikarin derbarê ‘Çekên kîmyewî’ de biaxivin.
Ji bihara 2021´ê ve artêşa Tirk a dagirker bênavber çekên kîmyewî û qedexekirî li dijî gerîlayên HPG-YJA-Star’ê bi kar tîne.
Gelek saziyên navneteweyî bang li OPCW’yê kir û çalakî jî li ber avahiya wê çêbûn, lê wê ti bersiva erênî nedaye. Du şandeyên biyanî yên serbixwe ji bo lêkolînkirina mijarê çûbûn serdana Herêma Kurdistanê, ji aliyê PDK’ê ve hatin astengkirin.
Herî dawî zêdeyî 500 rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar a nivîskî weşand û daxwaza lêkolînkirin û pêşîgirtina li bikaranîna çekên kîmyewî kirin. Lê heya niha jî ne parlamenê ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo lêkolînkirinê ti hewldan nekir û helwêsta xwe eşkere nekirine.
Serokê desteyê qedexe kiriye
Li ser navê Nûsîngeha Silêmaniyê ya Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê, Sabir Ebdula Kerîm nexwest derbarê mijarê de biaxive. Wî got, navenda wan a sereke destûra axaftinê nedaye ofîsa wan ku li ser van mijaran biaxivin.
Sabir Ebdula Kerîm got, “Weke nivîsgeha Silêmaniyê, em nikarin li ser mijarê biaxivin. Ji ber ku ji me re hatiye gotin, pêwîst e derbarê van mijaran de destûra serokatiya desteyê were wergirtin. Em ji aliyê Serokatiya Desteya Mafê Mirovan ve jî hatine agahdarkirin û bi nivîseke fermî hatiye gotin, destûr nîne em li ser bikaranîna çekên kîmyewî biaxivin.”
Balkêşe tevî ku Sabir Ebdulla Kerîm li saziyeke Mafê Mirovan kar dike jî, bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîlayên Kurd di çarçoveya ‘saziya mafê mirovan’ de nabîne û dibêje, “Em aliyekî fermî ne, ne rêxistin in. Em tenê li ser mafê mirovan kar dikin! Dema herkes li ser êrişan hemfikr be, em jî daxuyaniyê didin. Lê bi taybetî em bi xwe nikarin derbarê van mijaran de biaxivin yan jî daxuyaniyê bidin.”
Helwêsta li ser malperê
Li ser van gotinên Sabir Ebdula Kerîm, me xwe gihand Berdevkê Giştî yê Desteya Mafê Mirovan ya Herêma Kurdistanê Silêman Mûhsîn. Silêman Mûhsîn jî îdîa kir ku agahiya wan ji bikaranîna çêkên kîmyewî li dijî gerîla nîne û pirsa, “Belge hene” ji peyamnêrê me kir!
Li gel ku belgeyên derbarê mijarê de di ragihandinê de hatine parvekirin jî jê re hate şandin jî Silêman Mûhsîn ji nedîtî ve hat û bêdengî tercîh kir. Wî tenê got; “Çi helwêsteke me hebe, li ser malpera me ye, biçin li wir binihêrin.”
ROJNEWS / SILÊMANÎ