Derz û valahiyan bi neqşan dadigire

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Hezîran 2022 - 21:09

  • Hunermenda Ukranyayî Diana Yevtukh li ser qelş û derzên daran, neqşên xweşik çêdike. Ev valahiyên ku çêbûne bi neqşên xwe yên xweşik dadigire. 

Hunermenda Ukranyayî Diana Yevtukh li ser qelş û derzên daran, neqşên xweşik çêdike. Ev valahiyên ku çêbûne bi neqşên xwe yên xweşik dadigire. Ev neqşên ku wê yên ji benan, weke pîne tên xuyanê, lê ew di heman demê de çawa ku parçeyekî darê bin jî tên xuyanê. Tenê ne li ser daran, wê li ser kevir û hesinên zingargirtî jî bi benan wêneyên çûkan neqişandiye. Tiştên li hawîrdora wê, dikin ku hunerê xwe bi pêş bixe. Ew li ser vê dibêje, “Betona mala cîranê min ya ku derizîbû, tenekeyên zingargirtî û tiştên kevnar ên li hawirdorê, pirr bala min dikêşin.

Ji bo karibim karê neqşan bikim tiştên wiha îlhamê didin min û dixwazim wan derzên heyî bi neqşên xweşik dagirim.”

Piştî şerê Rûsya û Ukraynayê dilê wê ji gelek tiştan maye û dibêje, “Dinyaya min ya ku bi kulîlkên rengo rengo xemilîbû serûbinîhev bû.” Lê wê dîsa jî dev ji karên xwe bernedaye û ji bo siberojeke bi hêvî ango bêtirs, li ser dar, kevir û hesinan neqişandiye û derzên ku dîtine, bi van neqşên xwe dagirtine. Her wiha wê di warê dijîtal de jî karên xwe bi pêş xistiye û di vî warî de jî berhemên xweşik afirandine.

KÎEV

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.