Derdê nûner jî ne Kurd in

Çarşem 10 Mijdar 2021 - 23:09

  • Nûnerê hikûmeta Hewlêrê li Lehistanê: Yek heye dibêje, ´Ez rojnamevan im. Heger li Kurdistanê bimînin, wê min bigirin, êşkencê li min bikin.´ Hinan ji wan ciwanan jî gotiye, PDK dixwaze bi zorê me bişîne şerê li dijî PKK´ê.

Nûnerê hikûmeta Hewlêrê li Lehistanê, Ziyad Rewf ji Radyoya Dengê Emerîkayê re peyivî û penaberên ji Başûrê Kurdistan bi xirakirina navê hikûmeta Hewlêrê gunehbar kir. Wî penaber bi derewîniyê gunehbar kirin, lê di heman demê de îdîa kir ku wan miracaetî rayedarên Lehistanî kiriye da ku karibin alîkariya insanî bigihînin penaberan. Bi awayekî sosret aliyê insanî yê meseleyê çawa ji bo Lehistanê û Yekîtiya Ewrûpa (YE) ne muhim e, ji bo nûnerê hikûmeta Hewlêrê li Lehistanê jî ev ne muhim e. Sedemên weke nebûna azadiyê û tehlûkeya li ser jiyana xelkê jî nûnerê hikûmeta Hewlêrê bi hêsanî weke derew bi nav dike.   

Ziyad Rewf dibêje, "Bûyera wan koçberan zirareke gelekî gelekî mezin da nav û dengê Herêmê Kurdistanê, ji ber ku ew bûyer ku pêşkêşî Lehistanê dikin, em ji desthilata Lehistanê û heta çavdêrên Ewrûpî dibihîsin, tiştên gelekî nerast û pirr nerewa dibêjin ji bo sedemên koçberiya xwe. Yek heye dibêje, ‘Ez rojnamevan im. Heger li Kurdistanê bimînin, wê min bigirin, êşkencê li min bikin.’ Hinan ji wan ciwanan jî gotiye, PDK dixwaze bi zorê me bişîne şerê li dijî PKK’ê.” 

Qewmîn nûner li derewê diqelibînin

Li gorî nûnerê hikûmeta Hewlêrê ev sedem xeyal in û "aqil qebûl nake". Lê gava em berê xwe didinê, hîna nû ji ber dozên pirr rewa bi dehan aktîvîst û rojnamevanên Behdînanê bi hincetên xeyalîtir hatin girtin, êşkence li wan hat kirin û li hinan ji wan cezayên neheq hatin birrîn, hin jê jî hîna nehatine dadgehkirin. Herî dawî 8’ê Mijdarê Dadgeha Duyemîn a Ceza ya Hewlêrê Şêrwan Teha, Bendewar Eyub, Karker Ebas û Mesûd Elî cezayê giran ê hepsê birrîn.

Dadgehê li Şêrwan Teha du sal û şeş meh, li Mesûd Elî Şengalî sê sal û şeş meh, li Bendewar Eyub û Karker Ebas jî her yekî salek û du meh cezayê hepsê birrî. Yek delîl hebû ew jî nameyeke ku wan ji sefareta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re şandibû.

Li ser meseleya din jî zora PDK´ê ya nexasim li eşîra Rêkanî ya ji bo şerê li dijî PKK’ê gelek caran di çapemeniyê de cih girtibû. Heta ji eşîrê bi xwe li ser meseleyê carinan daxuyaniyên ne yekser hatibûn dayîn.

Hezar û 200 penaber li Lehistanê ne

Em ji wî hîn dibin ku heta niha hezar û 200 kesên bi pasaporta Iraqê ku pirraniya wan Kurd in, li Lehistanê hene û 3-4 hezar "koçber"ên din jî hene li ser sînorê Lehistanê, li aliyê Belarûsê û pirraniya wan jî Kurd in. 

Ew dibêje, rayedarên Lehistanê rewşa awarte li ser sînor ragihandine û nahêlin kes xwe nêzî sînor bike û ji ber wê haya wan ji rewşa 3-4 hezar penaberên li ser sînor nîne. 

Li gorî nûnerê hikûmeta Hewlêrê li Lehistanê, wan doza destûrê li rayedarên Lehistanî kiriye da ku alîkariya insanî bigihînin penaberên li kampan ên li Lehistanê, lê hikûmeta Lehistanê hîna bersiv nedaye wan. 

Wî got, ew amade ne, hêsankarî û hevkariyê ji bo vegera wan penaberan bikin, ên ku bi dilê xwe hazir in vegerin û ji bo vê hevahengiyê dikin ligel sefareta Iraqê ya li Warşovê.

Yan haya nûnerê hikûmeta Hewlêrê ji bayê felekê nîne yan jî xwe li nezanînê datîne. Ew sedemên penaberiya xelkê weke derew û çîrok bi nav dike û dibêje, "Çapemenî û rojnamevan li ser sedemên koçkirina dinivîsin, ew ji me jî dikin. Gelekan ji wan re gotiye, azadî li herêma Kurdistanê nîne û tehlûke li ser jiyana wan hebûye; û ji ber vê jî ew neçar bûne ku welatê xwe bi cih bihêlin."

10 caran li sînor xistin

Ji rojnameya The Guardianê Lorenzo Tondo tevî wênegirê rojnameyê Alessio Mamo xwe gihandin cem penaberên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê. 

Ew dibêje li daristana di navbera Belarûs û Lehistanê de herî kêm 8 kes mirine. Ew tevî sê malbatên ji Dihokê tevî 8 zarokên wan şahidiyê li sê rojên van penaberan dike. Her sê malbat neh caran hewl didin ji sînor bibihurin, lê her carê berepaş hatine vegerandin. Hîna paşê cara dehan wan kariye derbasî aliyê Lehistanê yê sînor bibin. Polêsê Lehistanê ew birine qereqolên li ser sînor.

Halê hazir qederê 20 hezar polêsên sînor, bi alîkariya eskeriyê sînor li ber penaberan girtiye. Rêxistina Bijîşkên Bêsînor jî dide zanîn ku miameleya bi penaberan re ya polêsê Lehistanê û eskerên Belarûsê, êşkence ye û rê li ber birînên giran jî vedike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.