Mirov şehîdên xwe ti car jibîr nake

Sêşem 17 Hezîran 2025 - 03:20

Dayikên û bavê Denîz Poyrazê, Fehîme Poyraz û Abdullîllah Poyraz bi boneya 4’emîn salvegera qetilkirina keça xwe axivîn û gotin ku kujer tenê yek kes nîne û xwestin kesên li pişt cînayetê bên girtin. Fehîme Poyrazê diyar kir ku gelek xeyalên keça wê hebûn û got:“Têkoşîna Denîzê bandor li her kesî kir. Heke ne wisa bûya gel ranedikir ser pêyan. Tu caran dilê hevalekî/a xwe nehişt, ji her kesî hez dikir. Em wê ji bîr nakin. Em dizanin ku ew şehîd e. Bi rastî jî dema Denîz şehîd bûyî min got; ‘Min şehîdek da, min Denîzek da lê dê bi hezaran Denîz bên dinyayê.’ Hevalên Denîzê navê Denîzê li zarokên xwe kirine.” Fehîme Poyrazê got ku beriya qetilkirina keça xwe diltengiyek tê de çêbûye û got:“Hat û ji min re got; ‘Tu çima wisa yî? Were ez te bibim nexwşxaneyê.’ Min got, ‘na.’ Qehweyek çêkir, me vexwar. Heta saet 2’yan li şaneşînê ma. Ez razam û dema serê sibehê derketî min ew nedît. Piştre telefon ji me re hat. Gotin; ‘Hûn çi dikin, çi nakin?’ Piştre jî ji Mêrdînê, Edeneyê, Omeryayê û her derê ji me re telefon hatin. Televîzyonekê digot; ‘Di avahiyê de Denîz Poyraz hate qetilkirin.’ Ez matmayî bûbûm. Dengek ji min derket, hey xwedê dizane. Min jî soz da û got ‘Ez ê jî mîna hemû dayikan negirîm.’ Ez ne giriyam. Bi rastî jî min soz da Serokê xwe û negiriyam. Min serê xwe bilind kir. Min got ‘xweziyê min.’ Min gelek xwest biçim û keça xwe bibînim lê destûr nedan. Rojeke zehmet bû. Heta niha jî mîna hev e. Mirov ji bîr nake. Mirov şehîdê xwe tu caran ji bîr nake. Divê ji bîr neke.” 

Bila serokê me derkeve 

Fehîme Poyraz anî ziman ku ew bi xwe jî di xebatên têkoşînê de cih digire û got:“Dema Denîz hatî qetilkirin, qelebalixiya li pêşiya avahiya partiyê cesaret da min. Divê em têbikoşin. Ez ji hemû dayikan re dibêjim; divê mirov li pey zarokên xwe têbikoşe. Ma ev xwîn dê heta kengî birijê? Em aştiyê dixwazin. Bila Serokê me derkeve. Banga min ji bo dayikan e; dayikên leşker û gerîlayan bila bi destên hev bigirin, bila xwîn nerije. Dixwazim dayik û bav bibin yek. Ev, derdekî giran e. Denîz ne tenê keça min bû, Denîza tevahiya gelê Kurd e. Em şehîdên xwe ji bîr nakin.” 

Kujer ne tenê Onur Gencer e 

Bav Abdulîllah Poyraz jî diyar kir ku darizandina têkildarî cînayetê adilane nîne û got:“Kujer ne tenê Onur Gencer e. Em dixwazin kesên alîkarî dane kujer jî bên darizandin. Lê darizandineke wiha çênebû. Heta kujer gef li dadger jî xwar. Carnan li pişt xwe dizivirî û gef li me dixwar. Ango ji dadgehê edalet derneket. Denîz, ji biçûktiya xwe heta niha di nava xebatan de bû. Bi hûr û kûr xebatên xwe didomand. Kengî bihata malê gelek keyfxweş bû. Hemû hevalên li cem wê jî pir bi moral û keyfxweş bûn. Me tu caran jê nebihîst ku bibêje bi hevalên xwe re pirsgirêk jiyaye an jî ew şikandibin.” 

Li ser me zext hene

Poyraz, da zanîn ku li ser wan zext tên kirin û got:“Dema Denîz şehîd bûy, zext li ser me hatin kirin. Dema diçûm kar gelek caran pêşiya min girtin. Ji min re gotin ‘Tu derketiyî televîzyonê, me tu dîtî tu axivî yî.’ Zext berdewam kirin, heta me mala xwe jî guherand. Li rexê Basmanê du sivîl hatin cem me, yekî ji wan ji min re got ‘Ez ulkucu me.’ Mehek piştî vê bûyerê ez çûm firinê û polîsan ji min nasname xwestin. Ev zext hêj berdewam in. Dema di rojên rojbûn û wefatê de em diçin ser gora wê jî polîs û cendirme li pey me tên. Dema diçim dibînim ku wesayîtên sivîl ên polîsan li wir in. Cîranên min mehek berê gotin ku li ber deriyê malê wesayîtên polîsan hene.” 

MA/UGURCAN BOZTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.