Mafê hêviyê pêşî li çareseriyê vedike

Sêşem 17 Hezîran 2025 - 03:30

Dadgeha Mafên Mirovana a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de cezayê girtîgehê yê ‘’muebeta girankirî’’ yê li Rêber Apo hatiye birin ku rê li ber tehliyebûnê digire, li dijî madeya 3’yemîn a êşkenceyê qedexe dike ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê dît û biryara binpêkirinê da. DMME'yê hukim da ku divê ‘’mafê hêviyê’’ yê Rêber Apo were dabînkin lê belê tevî 11 sal derbas bûn jî tu sererastkirinên yasayî nehatin kirin. Li ser vê yekê parêzerên Rêber Apo û hin rêxistinên maf û hiqûqî têkildarî Tirkiyeyê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan ku berpirsiyar e çavdêriya biryarên DMME'yê bike. Komîteyê herî dawiyê di civînên xwe yên 17-19’ê Îlonê de ji bo kirina sererastkirinên yasayî heya Îlona 2025’an wext da Tirkiyeyê û cara ewil hişyarî da ku wê biryara navbeynê bide. 

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) ya Şaxa Amedê Parêzer Yûsûf Çakas têkildarî mijara navborî axivî û got:’’Pêvajoya nîqaşkirina ‘’mafê hêviyê’’ a rastî têkildarî rakirina darvekirinan û piştre jî derbasbûna pergala girtîgehê ya muebeta girankirî û bi temamî rakirina mafê berdana bi şert e. Divê di vê çarçoveyê de were dîtin. Em dibînin ku li Tirkiyeyê heya serdemekê cezayên darvekirinê hatine sepandin û piştre jî li gel birîna cezayê darvekirinê di serdemeke diyar de nehatine sepandin. Piştre jî pêvajoya radestkirina Birêz Abdullah Ocalan ya ji bo Tirkiyeyê, di pêvajoya darizandin û piştî wê de birîna cezayê darvekirinê û piştre rakirina cezayê darvekirinê ya di serdema Yasayên Guncaniyê yên Yekîtiya Ewropayê de û veguherandina wê ya ji bo muebeta girankirî û bi temamî jiholêrakirina mafê berdana bi şert. Mafê hêviyê dibêje ku divê mafê hemû kesan hebe ku rojekê ji girtîgehê derkeve.’’

Divê êdî Ocalan azad bibe

Çakas di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê têkildarî girtiyên polîtîk rejîmeke înfazê ya taybet tê sepandin û got:’’Ev rejîma înfazê ya taybet bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev demeke dirêj e em têkildarî vê yekê nîqaşan dikin. Em gelekî nîqaş dikin ku divê hemû kesan mafê hêviyê hebe. Me demeke dirêj nîqaşa çi kir? Me nîqaşa ku mafê hêviyê, tecrîd û belavbûna tecrîdê ya ji Girtîgeha Îmraliyê ji bo  hemû girtîgehan kir. Em dibînin ku serokê muxalefeta neteweperest Devlet Bahçelî bi xwe mijara mafê hêviyê anî rojeva meclisê. Her wiha tevî ku ewqas ji gotina me ya ‘Birêz Abdullah Ocalan’ aciz jî bû bi xwe gotina ‘’Serokê Damezrîner Abdullah Ocalan’’ kir. Divê were dîtin ku atmosferek guheriye. Di vê atêosferê de divê li ser mafê hêviyê nîqaş werin kirin. Divê têkildarî pêngavên ku divê Tirkiye biavêje nîqaş werin kirin.  Em di pêvajoyeke dîrokî de ne û qala çareseriya pirsgirêka Kurd dikin.  Naskirina mafê hêviyê di rastiyê de naskirina mafê hêviyê ya di şexsê Birêz Ocalan de tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi temamî, demokratîkbûyîn, pêşketina di warê mafên mirovan de û girêdayî van yekan weke Birêz Ocalan jî anî ziman wê ji rewşên weke aborî û yên din re jî bibe çareserî. Mafê hêviyê ji bo civaka demokratîk gelekî girîng e. Têkildarî vê mijarê di nava civakê de bendewariyeke mezin heye. Li vir xwişk-biratiyek û civakeke demokratîk tên avakirin. Ev yek jî girêdayî dabînkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e.’’

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.