Nivîskar Osman şandin Edîrneyê

Çarşem 6 Îlon 2023 - 00:20

Nivîskar Abdulmenaf Osman pîştî 30 salan hate berdan û birin GGM’a Edîrneyê. Parêzerê wî Halîl Coşkun diyar kir ku dewleta tirk hewl dide miwekîlê wî dersînor bike.  

Nivîskar Abdulmenaf Osman (58) ku li Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê dihat girtin, piştî 30 sal û 6 mehan di 3’yê Îlonê de hate berdan. Osman, li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jidayîk bûye. Lewma dema ji girtîgehê derket ew birin Qereqola Cendirmeyan a Akhîsarê. Nêzî 36 saetan li vir bi awayekî fiîlî di bin çavan de ma. Piştre agahî dan malbata wî ku wê bibin Fermandariya Bajar a Manîsayê. Lê belê Osman di li parêzerê xwe geriya û da zanîn ku ew birine Navenda Paşveşandinê (GGM) ya Edîrneyê.  

Parêzer Halîl Coşkun got ku bi şandina Osman a li bajarekê dûr re dixwazin kiryara dersînorkirinê ji parêzer û malbata wî dûr pêk bînin. 

Abdulmenaf Osman kî ye? 

Osman, di sala 1965’an de li bajarê Hesekê yê Rojava ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û amadehî li Hesekê xwend û ji bo zanîngehê çû Şamê. Osman, Beşa Jeolojiyê ya Zanîngeha Şamê qedand. Di 3’yê adara 1993’yan de li Êlihê hate binçavkirin û Dadgeha Dewletê (DGM) bi îdiaya “Hewl dide parçeyeke xaka welat jê bistîne” cezayê muebbetê lê birî. Osman, di 28 saliya xwe de hate girtin û di 58 saliya xwe de derket. Nivîskar Osman beriya girtinê û di dema li girtîgehê ji bo gelek kovaran nivîs nivîsandin. 9 pirtûkên wî hene û ji van pirtûkan 2 jê li Tirkiyeyê hatine weşandin. Di heman demê de lîstika wî ya “Destê Şeş Tilî” li Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lîstin. 

MA/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.