Ger biratiyê dixwazin divê êriş nekin

Sêşem 17 Hezîran 2025 - 03:25

Kêla gora Idrîs Turan ê gerîlayê HPG’ê ya li goristana Midyad a Mêrdînê ji hêla kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve cara duyemîn hate texrîbkirin. Nasnavê Turan ê li ser kêla gora Turan û çarîna bi Kurdî ya li ser kêlê bi boyaxa reş hate reşkirin û stêrka bi rengên kesk, sor û zer jî bi betonê hate girtin. Nehat zanîn ka gora Turan kengî hatiye texrîbkirin û malbata çû serdana gora zarokê xwe, dît ku kêla gorê hatiye texrîbkirin.  

Li ser vê yekê bav Sadik Turan dîsa kêla gora kurê xwe sererast kir û betona lê hatibû kirin rakir. Sadik Turan, bertek nîşanî vê kiriyarê da û xwest pêşiya van êrişan were girtin. Sadik Turan, da zanîn ku kurê wî di 22’yê Çileya 2012’an de li Midyadê di şer de şehîd bûye û got:“Di Cejna Qurbanê de em çûn serdana gorê û tu tiştek bi gorê nehatibû kirin. Ji bo wan sembolên li ser kêla kurê xwe jê bibim, di demên berê de hatim hişyarkirin. Ji ber ku min jê nebir, li min doz hate vekirin û 7 hezar û 500 lîre ceza hate dayin. Ji ber ku min ev pereye neda, ev ceza weke mehekê xizmeta cemaweriyê guherandin. Piştre jî zirar dan kêla gora kurê min û gerîlayên din. Di cejnê de em hatin serdanê û tiştek nebûbû. Piştî cejnê dayika wî hate goristanê û dît ku stêrk bi betonê hatiye girtin.”

Ev çi hovîtî ye dikin?

Turan anî ziman ku piştî banga dîrokî ya Rêber APO, pêvajoyek dest pê kiriye û got:“Di demeke pêvajo tê meşandin de ez mereq dikim kî van tiştên nebaş dikin. Çima wiha dikin, armanca wan çi ye? Gelo dewleteke din di nava dewletê de ye? Em dixwazin ev faîl bên girtin. Em aştiyê dixwazin. Kurê min şehîd e lê ji ber van hevdîtinên aştiyê em gelek keyfxweş bûn. Serokê me ev rê vekir û em jê memnûn in. Em dixwazin ev pêvajo bi ser keve.” Bi domdarî Turan pirsa “Ma çi zirara stêrka li ser kêla gorê hatiye çêkirin heye?” kir û got:“Hemû dewlet vê stêrkê bi kar tînin. Ev çi hovîtiye li gorên me dikin? Heta tehemûla gorên me jî nakin. Divê ji vê rêyê vegerin. Heke bi rastî jî xwişk-biratiyê bixwazin, hewceye van karan nekin. Ne tenê ji ber stêrkê, heta ji navan jî aciz in. Navê wî jî boyax kirine. Hewceye pêşiya kesên van tiştan dikin bê girtin.” 

Bi destê Serok bigrin 

Turan, anî ziman ku ew dilsozê Rêber APO ne û got:“Êrişî gorên me dikin û dijminatiyê dikin. Heta ku ev bidomin wê baweriya me bi dewletê neyê. Dixwazin vê pêvajoyê têk bibin, sabote bikin. Hewceye dewlet li dijî van êrişan baldar be. Bila destê Serokatiyê dirêj kiriye li hewa nehêlin. Em dixwazin bi wî destî were girtin û aştiyeke mayinde çêbibe.” 

MA/AHMET KANBAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.