Bi navê pêşengeha ‘Dengên Rengîn’ pêşengeheke jinên Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê hate vekirin. Di pêşangehê de bi dehan tabloyên li ser êş û berxwedana jinên Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin nîşandan.
Pêşengeha ‘Dengên Rengîn’ pêr êvarê li bajarê Silêmaniyê bi beşdarbûna Waliyê Silêmaniyê û Nûnertiya Bakur û Rojavayê Sûriyeyê, li mûzexaneya nîştîmanî ya Emne Sureke hate nîşandan. Di pêşengehê de tabloyên jinên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê hene.
Gelek wênesaz, şanoger û nivîskarên Silêmaniyê elaqeyeke mezin nîşanî pêşangehê dan. Pêşengeh wê îro heta êvarê jî li xelkê vekirî be. Tabloyên jinên ji Başûr û Rojava, qala êş, berxwedan û têkoşîna jinan dikin.
Yek ji hunermendên jin ên ji Rojavayê Kurdistanê Yara Hesko, ji Efrînê ye. Piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir, ew li Qamişloyê dimîne. Yarayê derbarê pêşangehê de got, “Em hatin Başûrê Kurdistanê û Silêmaniyê, xelkê Silêmaniyê pêşwaziya me kir û em gelek kêfxweş bûn. 13 jinên ji Rojavayê Kurdistanê beşdarî pêşengehê bûne. Her yek ji van hunermendan jî xelkên bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistanê ne. Em kêfxweş in ku li gel jinên Başûrê Kurdistanê pêşengeheke wiha dikin.”
Nurhîn Hisên jî yek ji hunermendên ji Rojavayê Kurdistanê ye. Wê derbarê heman mijarê de got, “Cara yekem e ku li derveyî Rojavayê Kurdistanê wêneyên min têne nîşandan. Xebatên min yên hunerî taybet li ser şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê û dayikên şehîdan in.”
ROJNEWS / SILÊMANÎ