Dengên azad bêdeng dikin

Duşem 27 Mijdar 2023 - 00:11

Rojnamevan û çalakvanên Helebce li ser revandina Silêman Ehmed û rewşa azadiya rojnamevanî ya li Herêma Kurdistanê  axivîn.

Rojnamevan û çalakvan Rengîn Selam diyarkir li Herêma Kurdistanê bi awayek giştî girtina rojnamevanan û hiştina wan a di girtîgehan de bûye tiştek ji rêzê: “Divê desthilata dadwerî vê rewşê bi awayek baş di ber çavan re derbas bike. Rojnamevan li gelek cihan de kar dikin, nabe rojnamevan ji ber cihê têde kar dike were girtin û bixin girtîgehê. Her kesek azad e di çi aliyek de kar bike. Ragihandin û rojnamegerî jî aliyek e. Tişta hatî kirin jî binpêkirinek berçav a  li beramberî karê rojnamegeriyê ye. Hikûmeta Herêmê li gor sinoran cûdahî xistiye di navbera azadiya ramanê de. Nabe li parêzgehek mirov bikarin bi azad baxivin û li parêzgehek din jî dengên azad werin bêdeng kirin.”

Çalakvan Ednan Qadir jî diyarkir li Herêma Kurdistanê her tiştek ne di berjewendiya desthilatê de be, bêdeng dike û got: “Gelê Kurd gihiştiye du qonaxan, yan divê azadiya civakê hebe, yan jî wê rewşa heyî qebûl bikin û desthilat her roj yekî bixe girtîgehan.” Di dewamê de Ednan Qadir diyarkir pêşbaziya di navbera aliyên siyasî yên Kurdî ya li ser azadî û mafên mirov heye, di rastiyê de tiştek wisa nîne.Gelek caran kesek tê kuştin, yan ew bi xwe, yan jî saziyên sîxurî yên welatên cîran destê wan di bûyerê de heye. Ji ber wê ne biryar ne jî azadî tiştek di destê wan bi xwe de nîne.

Herwiha derbarê mijarê de rojnamevan Evîn Îbrahîm jî, peyameke bi dîmen weşand û xwest Silêman Ehmed were berdan. Evîn Îbrahîm di peyama xwe de got:’’Azadiya rojnamevaniyê pîvaneke bingehîn a edalet û demokrasiyê ye. Divê tavilê Silêman Ehmed were berdan.’’

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.