‘Dema Dirîreşkan’ û ‘Koçberî’ hatin nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Îlon 2022 - 21:03

  • Li Qamişloyê filma “Dema Dirîreşkan” û li Kobanê jî filma “Koçberî” hatin nîşandan.

Li Qamişloyê filma “Dema Dirîreşkan” û li Kobanê jî filma “Koçberî” hatin nîşandan.

Filma “Dema Dirîreşkan” li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişloyê hate nîşandan.

Nivîskarê çîroka filma “Dema Dirîreşkan” Murat Turk ku cezayê muebetê lê hatiye birrîn û niha di hepsê de ye ji bo romana xwe gotibû, “Ev çîroka gerîlayekî Tevgera Azadiyê ye ku sala 1995’an li herêma Çewlikê qewimiye.”

Alîkarê derhêner Nûman Yîgît, di nîşandana filmî de amade bû û got, “Filma me  Dema Dirîreşkan bi derhêneriya Haşim Aydemir sala 2017’an hate çêkirin. Aydemir her wiha derhêneriya filmên “14`ê Tîrmehê” û “Surda Devran” jî kiriye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîna Film a Rojava wek helwêstekê li hember astengkirina nîşandana filma “Ji bo Azadiyê”, filma “Dema Dirîreşkan” ji Festîvala Filman a Navneteweyî ya Silêmaniyê kişandibû. Lê filmê xelata baştirîn sînematografiyê ya Festîvala Filman a Silêmaniyê wergirtibû. Ekîba filmê xelat red kiribû û gotibû, “Em ji ber astengkirina pêşandana filma ‘Ji bo Azadiyê’ ji festîvalê vekişîn. Ji ber wê em vê xelatê qebûl nakin.”

‘Koçberî’ behsa xeterên koçberiyê dike

Li hola Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya li Kobanê jî filma “Koçberî” hat nîşandan. Çîroka filmê, li ser şerê taybet a dewleta Tirk a dagirker li dijî xelkê herêmê yê ji  koçberkirina wan e.

Film balê dibe ser xeterên koçberiya nerewa û karesatên di encamê de tên serê civakan.

Beriya nîşandana filmê, rojnamevan û endama Komîteya Amadekar a filmê Dîcle Ehmed axivî û got, koçberiya ciwanan, yek ji xeterên herî mezin e li ser civakan, nexasim li Rojava ya ku şoreşeke dîrokî lê li dar e. Wî her wiha piştrast kir ku divê civak planên dagirkeriya Tirk têk bibe û niyetên wê yên dijminane eşkere bike.

Piştî nîşandana filmê, endamê Rêveberiya Meclisa Yekitiya Ragihandina Azad a Herêma Cizîrê, Şivan Mesê li ser navê yekîtiyê, xebatkarên di film de cih girtine, xelat kirin.

Çêkera filma “Koçberî” Ronahî TV ye. Tê de bi dehan lîstikvanên ciwan ji Kobanê hene. Gelek saziyên herêmê jî di çêkirina filmê de bi rola xwe rabûne.

ANHA/QAMIŞLO-KOBANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.