BESNE ŞEMO / ANHA / QAMIŞLO
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi amadekirina xurekên zivistanê kir. Ev edet jî edeteke kevin a herêmê ye ku herkes li gor pêdivî û derfetên xwe xwarinê amade dike.
Ayşe Ehmed (50) her sal weke vê demê dest bi amadekirina xurekên ji bo zivistanê dike; nexasim ji ber erzanbûna kelûpelan di vê demê de û kêmpeydabûna wê û bihabûna wê di zivistanê de.
Ayşe wek piraniya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê odeyeke ji bo parastina erzaqên di mala xwe de veqetandiye û navê ‘mala mûnetê’ lê kiriye.
Ayşeya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo dijî, cûreyên reng û reng ên mûnetê wek penêr, mekdûs, dimsê firingî û yê îsotê, lîçer û tirşo amade dike. Her wiha sewze û fêkiyên hişkkirî wek bacan, îsot, bamî, milûxiyê, hejîr û mewîj û cûreyên din amade dike.
Ayşe diyar kir ku amadekirina mûnetê adeteke kevin e û got: “Me ev adet ji bav û kalên xwe girt û ew êdî bûye adeteke civakî ya berî sed salan.”
Ji ber ku Aşye her sal miqdarên mezin ên mûnetê çêdike, miqdara zêde li sûkên bajêr difroşe. Têkildarî wê Ayşe got: “Şênî bi dilekî xweş mûnetê ji min dikirin ji ber ku dizanin bi destekî paqij hatiye çêkirin û tamxweş e.”
Xurekên mûnetê û yên hişkkirî ji bo demeke dirêj dimînin, berovajî yên çêkirî, cemidî û konserwe ne ku qîmeta xwe ji dest didin.