Divê nêrîna me yek be

Pêncşem 3 Nîsan 2025 - 03:10

Endama têkilî û tifaqên siyaseta demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed têkildarî geşedanên li Sûriyeyê got:" Di vê demê de pêwistiya me herî zêde bi hatina cem hev heye. Divê nêrîna me yek be, ji ber ku çarenûsa me bi hev re girêdayî ye."

Piştî hilweşandina rejîma Baasê, bi hatina rêveberiya demkî ya Sûriyeyê û îlankirina destûrê re; komkûjî li peravên Sûriyeyê destpê kirin. Têkildarî mijarê endama têkilî û tifaqên siyaseta demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed nirxandin kir.

Rûken Ehmed da zanîn ku gel ji bo xwedî li maf û nasnameya xwe derkeve li dijî sîstema yekalî dest bi şoreşê kiriye û wiha anî ziman: “Piştî têkoşîn û berxwedana 54 salan a gelê Sûriyeyê Rejîma Baasê hat hilweşandin. Bi hilweşandina vê sîstemê gel kêfxweşiyek mezin jiya. Ji ber ku sîstema Baasê ji bo guhertin û veguhertinê vekirî nebû mafên pêkhateyan binpê dikir. Bi vê gavê hêviya gelan çêbû ku rûpelek nû li Sûriyeyê vebe û pêkhate bi rengekî demokratîk, dûrî Sûriyeya ne navendî bijîn. Bêguman dema ku şoreşê destpê kir, armanc ew bû ku Sûriyeya rengîn a ku mafên her kesê tê de heye were parastin.”

Ber bi rewşeke aloztir ve diçe

Rûken Ehmed destnîşan kir ku HTŞ dixwaze şerekî navxweyî derxe û wiha got: “Hêviyên gel vala derketin rewşeke metirsîdar û bi aloztir heye. Ji ber ku cîhadîstên hatine ser rêveberiyê, hem di lîsteyên terorê de ne, hem jî dîroka wan bi kuştin, revandin û talankirina mal û milkên gelên Sûriyeyê dagirtî ye. Ji ber wê rewşa Sûriyeyê her ku diçe xirabtir dibe. Pêwistiya gelên Sûriyeyê bi ewlehî û aramiyê heye.”

Destûra nû

Rûken Ehmed tekez kir ku destûr neyê guhertin wê şoreşek nû dest pê bike û wiha berdewam kir: “Ya ku mijarê bi aloztir dike destûra nû ye. Di vê qeyrana ku gel tê qirkirin dikeve xizmeta aliyekî bi tenê. Ev jî tehlûkeyek mezin li ser Sûriyeyê çêdike û ji aliyê pêkhate, jin û hemû gel ve nayê qebûlkirin. Em jî parastina mafên xwe tê de nabînin û me cihê xwe tê de negirt. Divê hikûmeta nû berê xwe bide daxwazên gel û şaşîtiyên Esad dubare neke. Tehemula gelên Sûriyeyê ji şer re nemaye her wiha ji zordariyek nû re jî nemaye.”

Divê nêrîna me yek be

Rûken banga hevgirtin û yekitiya jinên Sûriyeyê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di vê pêvajoyê de hevgirtina jinên Sûriyeyê girîng e. Di şeran de yên ku her zorî kişandin û bedel dan jin bûn. Ji bo wê şêwazên parastinê, di hemû aliyan de rêxistinbûn, hevgirtin û lihevkirina jinên Sûriyeyê pêwist e. Di vê demê de pêwistiya me herî zêde bi hatina cem hev heye. Divê nêrîna me yek be, ji ber ku çarenûsa me bi hev re girêdayî ye.”

NÛJINHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.