Ji Hunergeha Welat klîpa ‘Ji Firatê’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 3 Nîsan 2025 - 01:30

Di çarçoveya xebatên belgekirin û tomarkirina bûyerên dîrokî û şûnwaran bi rêya hunerê de, Hunergeha Welat û Desteya Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk klîpek bi navê "Ji Firatê" derxist.

Proje ji 3 beşan pêk tê û ji wan beşa yekemîn îro hat belavkirin. Ev beş li ser keleha Ceber û Deriyê Bexdayê ye. Desteya Şûnwaran diyar kir ku ev berhem beşek projeyeke mezin e ku tê de bi rêya stran û çîrokan, bal li ser keleh û şûnwarên herêmê tê kişandin.

Di vê beşa yekemîn de hunermend Kemal Mûsa, Merîfe Ehmed û Xelef El Hebîb beşdar bûn û govendên ji çandên seranserî Sûriyeyê tê de hatin pêşkêşkirin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.