Li Tebqayê xwendina parêznameyên Ocalan
În 11 Nîsan 2025 - 03:20
Bi munasebeta rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şêwirên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li dar xist.
Bi munasebeta rojbûna Rêber Kurd Abdullah Ocalan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şêwirên xwendina parêznameya Rêber Abdullah Ocalan a bi navê “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” li dar xist.
Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê Nûr El Hefnî diyar kir ku şêwiran 4’ê Nîsanê de anku di rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de dest pê kir.
Nûr El Hefnî got: "Şêwira yekem li Kela Cebar li dar ket, ji ber girîngiya wê ya dîrokî û çandî. "
Xwendina pirtûkê dê 10 rojan dewam bkike, her şêwirek dê 4 saetan dirêj bike û di şêwiran de endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya dê der barê naveroka pirtûkê gotûbêjan bikin.
ANHA/TEBQA