Jin dê rê li komkujiyan bigirin

Şemî 5 Nîsan 2025 - 02:55

Hevseroka Tevgera Ciwanên Ermen Losnak Kavoriyan li ser komkujiyên li Sûriyeyê wiha got:"Hevgertina jinan dê rê li komkujiyan bigirin."

Ji 6'ê Adarê ve ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve li herêmên peravê li ser gelê Elewî, bi hinceta "Bermahiyên Rêjîma berê ne" komkujiyên dijmirovî pêk tên. Di encamê de ji hezarî zêdetir kes hatin kuştin. Têkildarî mijarê, Hevseroka Tevgera Ciwanên Ermen Losnak Kavoriyan axivî.

Duh Ermen îro jî Elewî

Losnak Kavoriyan diyar kir ku bi destê HTŞ’ê dîroka komkujiyan li Sûriyeyê zindî ye û wiha got: “Komkujiya ku li Perava Sûriyeyê pêk tê, komkujiya 1915’an tîne bîra me ku çawa desthilatdariya Osmanî bi hezaran zarok, jin û ciwan qetil kir. Îro jî ev komkujî bi destê neviyên wan dewam dike . Sîstema Netew dewlet xwe li ser komkujiyan û xwînrijandinê ava dike, hemû pêkhate para xwe ji van komkujiyan girtine. Wekî komkujiya 1915’an, Fermana Şengalê, komkujiya li ser Aşûriyan a di sala 2015’an de ku bi riya çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn û îro jî em dibînin dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve êrîş û komkujiyan li serê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û li aliyek din jî bi riya HTŞ’ê Elewiyan qir dike.”

Jin dê rê li komkujiyan bigirin

Losnak Kavoriyan anî ziman ku pêvajoya Sûriye tê de derbas dibe ne pêvajoyek nûbûnê ye û wiha got: “Di demeke ku tê gotin Sûriyeke nû were avakirin de, komkujî zindî ye. Sûriye heta îro ji komkujiyan nehatiye rizgarkirin. Ev jî tê wateya ku hikûmeta nû sîstemeke demokratîk nameşîne û qebûl nake. Çi ferq di navbera sîstema Baasê û sîstema Sûc ya ku îro Sûriyeyê birêve dibe de heye? Îslama siyasî ku îro hikûmeta Şamê pêk tîne, Sûriyeyê ber bi xeteriyê ve dibe. Sedema pêkanîna komkujiyên dijmirovî û ne ehlaqî ye. Lewma pêwîst e bi rengekî lezgîn rêxistinên mafên mirovan bi erkê xwe rabin û rê li ber komkujiyên dijmirovî bigirin. Destûra ku hat ragihandin em bi tundî şermezar dikin. Ji ber ku mafên me wekî jinên ciwan yên Ermen nehatine parastin û carek din dixwazin mêjî û çanda Ermenan tune bikin. Hevgertina jinan dê rê li ber dubarekirina komkujiyan bigire.”

NÛJINHA/HESEKÊ/RONÎDA HACÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.