Romana Mehmet Dicle ya bi navê "Berfa Sor" di sala 2023’yan de ji Weşanên Zîzê derketibû; niha dozgerî der barê weşanxane û nivîskar de doz vekir.
Di van salên dawî de doz li pirtûkên kurdî têne vekirin, hin têne berhevkirin. Niha dor hatiye ser romaneke bi kurdî "Berfa Sor". Weşanên Zîz bi ser hesabê xwe yê tora civakî re peyama dozvekirinê belav kir û got, "Ji ber romana Berfa Sor, Dozgeriya Diyarbekirê bi angaşta 'propagandaya rêxistinê' doz li weşanxaneya me û nivîskarê romanê Mehmet Dicle vekiriye. Parêzerên me piştî xwe gihandin dosyayê û pê ve emê derbarê geşedanan de agahiyên berfirehtir bidin."
NAVENDA NÛÇEYAN