Xirakirina goran li dij mirovahiyê ye

Duşem 14 Nîsan 2025 - 03:05

Oldarên misilman diyar kir ku xirabkirina gorên şehîdan li dijî nirxên mirovî ye û gotin:" Ev kirin ne ji exlaqê îslamê û merdiya misilmanan e."

Li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Minbicê sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin. Di 2’yê Nîsanê de dîmenên xirabkirina Goristana Şehîdan a Minbicê belav bûn. Li hemberî vê yekê malbatên şehîdan û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşan dan û xwestin hesab bê pirsîn.

Şêx û melayên ji Reqa û Tebqayê xirabirina gorên şehîdan şermezar kir û got ev kiryarên nemerdane ne ku tê têkiliya wê bi nirxên îslamê re nîn e.

Şêx Îbrahîm El Iwês anî ziman xirabkirina gorên şehîdan ên li Minbicê di rojên cejna Remezanê de cihê şermezariyê ye û got: "Em kiryarên texrîbî kî dibe bila bibe, şermezar dikin. Ev kiryar li dijî ola me ne.”

Şêx El Iwês bang li Rêxistina Tevkariyê ya Îslamî kir ku erkên xwe bi cih bînin û kiryarên bi vî rengî rawestînin.

Endamê Weqfa Al El Beyet Şêx Mehmûd El Desûqî jî bi van gotinan xirabkirina gorên şehîdan şermezar kir: "Em vê kiryara newêrekî şermezar kirin. Ev kirin ne ji exlaqê îslamê û merdiya misilmanan e."

Serokê Meclisa Weqfa Al El Beyt a Kantona Tebqayê Ednan Îlêwî jî îşaret bi vê yekê kir ku divê nirxên îslamê ku banga rêzdariya li hemberî mirî û zindiyan dike were pêkanîn. Her wiha bi bîr xist ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve bûyerên kolandina gorên şehîdan û vekirina wan derketin holê.

Ednan Îlêwî xirabkirina gorên şehîdan şermezar kir û diyar kir ku ev kiriyar li dijî exlaqê îslamê ye û tê girêdana wê bi nirxên ola îslamê ve nîn e. 

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.