Dayik ji bo aştiyê di nobetê de ne

Pêncşem 17 Cotmeh 2024 - 02:35

  • Li gel êrîş, zext û zordarî û binçavkirinan jî çalakiya nobetê ya Meclîsa Dayikên Aştiyê kul i Silopya ya Şirnexê bi dirûşma ‘’Ji şer re na, a niha aştî’’ dane destpêkirin, didome. Dayikan banga li Mesûd Barzanî kirin bes xayintiyê bike. Dayika her wiha gotin ew ê li ber êrîşan bi paş ve gav neavêjin û xwestin ku Ocalan azad bibe û aştî pêk were.

Çalakiya nobetê ya ku endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li bajarokê Tilqebînê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” daye destpêkirin didome. Tevî êriş, derb û binçavkirinan jî dayikan bi paş ve gav neavêtin û çalakiya xwe li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Tilqebînê didomînin.  

Leşkeran, di tevahiya şevê de avahiya partiyê dorpêç kirin û nehiştin dayik pêdiviyên xwe yên bingehîn jî pêşwazî bikin. Bi şev  hewa sar bû û dayikan xwestin bi betaniyeyan xwe germ bikin lê ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin. Leşkeran, betaniyeyên dayikan ji wan standin û avêtin çopê. Leşkeran pêşiya wesayîta Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu girtin û xwestin tê de lêgerînê bikin. Li ser vê yekê rageşî derket.  

Dayikan bangî leşkeran kirin û gotin: “Hûn betaniyeyên me nedin jî wê nobeta me bidome. Ji bo aştiyê çi hewce bike em ê bikin.”

Hewl dan me bifetisînin

Ji dayikên çalakiya nobetê Feyrûz Kurt (50) ku ji Îzmîrê hatiye û tev li çalakiyê bûye anî ziman divê êdî xwîn neyê rijandin. Kurt, wiha got: “Bi sala ye em qala xwişk-biratiya gelan dikin lê dewletê tu caran em weke xwişk-bira nedît. Her carê ev şer bêhtir kûr kir. Heta ku em bijîn wê her tim destê aştiyê dirêj bikin. Em ne dayikên şer, dayikên aştiyê ne. Lewma ji me ditirsin. Ew bi leşker, polîs, gaza îsotê û tankên xwe hatin. Hewl dan me bi gaza îsotê bifetisînin. Heta ji aştiyê jî ditirsin.’’

Bila Barzanî bes xayintiyê bike

Kurt, bi bîr xist ku hatine ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha pê de çû: “Em li ser vî sînorî bang dikin; bila Barzanî dev ji xiyaneta xwe berde. Bila Barzanî êdî dengê me dayikan bibihîse. Bila bes xwîna xwişk-birayên xwe birijîne. Bila destê xwe ji xiyanetê vekişîne. Dijminê me yek e. Bila êdî xwîn nerije.” 

 Em ji vir naçin

Tenzîle Agatay  (53) jî got,’’Em naxwazin êdî mirovên me bên girtin û ciwanên me bimirin. Tevî vê jî leşker û polîsan dayikên me yên pîr di nava gazê de fetisandin. Lê çi bikin jî em ê dev ji daxwaza aştiyê bernedin û ji vir bi tu cihan ve neçin.” 

Bila Ocalan azad bibe

Fazîlet Polat (55) jî banga rawestandina xiyanetê kir û got,’’’Bila aştî bê vî welatî. Bila girtiyên me û birêz Ocalan azad bibin.” Bi domdarî Polat bal kişand ser şerê li Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ev şer xelas bibe divê xiyanet bisekine. Em êdî naxwazin navê Barzanî jî bibihîzin. Bila êdî dîktatorî û xiyaneta wî bi dawî bibe. ‘’ 

Bi dijminatî êrîş anîn

Ji dayikan Maşallah Işıkaslan (68) got: “Dema me ji bo aştiyê xwest bên vê derê, her 50 metreyan carekê em dan sekinandin û lêgerîn kirin. Em ji bo aştiyê biqîrin hatine vê derê. Lê wan bi dijminanî êrişî me kir. Bila wekhevî û azadî hebe. Em dijminatiyê naxwazin. Ji daxwaza aştiyê ya dayikên dilkeser ditirsin. Lê çi bikin jî em ê dîsa aştiyê biqîrin. Ji ber ku tu kîjan kevirî rakî, di bin de bedena zarokên me yên simbêl qeytan, por zer derdikevin. Bila êdî xwîn nerije. Ev dinya besî me tevan e.” 

Kamîle Şîmşek (60) a ji Êlihê hatiye jî got ku tiştên li wan hatin kirin zilmeke mezin e. Şîmşek, ev tişt anî ziman: “Ma Barzanî kurd nîne? Şerm e, guneh e. Leşker û tankên Tirkiyeyê vediguhêze ser xaka xwe. Ji bo şer bisekine em hatin vê derê. Çiqas êriş jî bikin em ê paşvegavê neavêjin. Heta aştî tê em ê têbikoşin." 

 Ji xiyanetê vegere

Ji dayikan Nafiye Yîgît (60) jî dibêje,“Em naxwazin êdî xwe bi darbestan wer kin” û wiha got: “Bi sala ye li her çar parçeyên Kurdistanê şer heye. Em dayik şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Em hatine vê derê û careke din destê aştiyê dirêj dikin. Lê belê yên li hemberî me tenê şer dixwazin. Her roj balafiran ser serê zarokên me difirînin. Bi tank û topên xwe zarokên me qetil dikin. Her roj em cenazeyên zarokên xwe radikin. Êdî tehemûla me nema ye. Em vî şerê qirêjî naxwazin. Bila Barzaniyê ku rê dide vî şerê qirêjî, xaka xwe li ber Tirkiyeyê vekirî û dibe sedema mirina zarokên me, ji xiyaneta xwe vegere. Barzanî vê yekê ji bo berjewendî û textê xwe dike. Ma ji xwînê têr nebû?” 

Êrîş nişana tirsê ye

Yîgît, destnîşan kir AKP ji dersokên spî yên dayikan ditirse û axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdara AKP’ê ji dersokên me yên spî ditirse. Êrişa wan a li dijî me, nîşaneya tirsa wan e. Lê çi bikin jî dayik ne ji wan ne jî ji tank û topên wan ditirsin. Dê dayik destê aştiyê her dirêj bikin. Heta aştî û aramî tê vê xakê dê têkoşîna me bidome.” 

MA/OMER AKIN/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.