Dawî li serdema tarî tînin
Sêşem 9 Gulan 2023 - 00:44
Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan li navçeya Erdexanê Golanê, di mîtînga Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) de doh got, "Piştî 6 rojan dawî li vê serdema tarî tê. Wêrekî belav dibe, em ê wêrekiyê li nava xwe belav bikin."
Partiya Çep a Kesk li navçeya Golan/Mêrdinikê ya Erdexanê mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan got, "Bila bibe ders ji wan re, me serî li ber wan netewand û em ê serî netewînin. Erdogan hîn jî hewl dide gel bitirsîne. Hîn jî jê we ye ku wê di hilbijartinê de bi ser bikeve. Nizane ku gel birçî hiştiye, xizan kiriye. Piştî 6 rojan desthilatdarî û serdema tarî bi dawî dibe. Ji wan heye ku bi belavkirina pere û bi tirsandinê wê bi ser bikevin. Wêrekî belav dibe, em ê wêrekiyê li nava xwe belav bikin. Ji bo em wekîl bi dest bixin divê em 10 hezar dengên din ji vir wergirin. Ji bo vê jî em ê 6 rojan bêrawestan bixebitin. Em ê tirsa ku Erdogan hewl dide belav bike ji holê rakin. Erdexan bêyî Partiya Çep a Kesk nabe.
Her wekîlê ku em ji vir bişînin wê bi erka muxalefeta bingehîn rabe, di serdema bê de jî em ê bibin desthilatdar. Em bala xwe didin ser sewalkariya li vê derê, lê belê mirovên li vê derê nikarin debara xwe bikin. Em li cihekî mîna bihuştê ne, lê xizan in, ji ber ku av desteser kirine. Dema ku ew çûn, gelê me wê dewlemend bibe, ji ber ku xizanî qedera me nîne."
ERDEXAN