Dawî li êrîşên li ser Tişrînê bînin

Şemî 1 Sibat 2025 - 03:25

Berdevka Pêşveçûnê ya Global û Polîtîkaya Derve ya Koma Meclîsê ya SPO'yê, Seroka Koma Kar a Jinê ya Keskan, Demokrat û Sosyalîst a Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê û Seroka Komîsyona Hilbijartina Edlî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê siyasetmedara ji SPO'yê Petra Bayr roja çarşemê daxuyaniyek da û got:"Bombekirina Bendava Tişrînê û mirovên li derdora wê, mînakek ji binpêkirina berpirsyariya navneteweyî û pîvanên mirovî ye. Bi zanebûn av û binesaziyê dixin metirsiyê ku bi milyonan mirov xwe ji vê qadê xwedî dikin." Artêşa Tirk û çeteyên ser bi wê ve, nêzî 2 meh in bê navber êrîşî Bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê dikin. Bendav ji meha Kanûnê û vir ve naxebite û zêdeyî 400 hezar mirov ji av û elektrîkê bêpar mane. Ji bo parastina vê yekê sê hefte ne nobeda aştiyê ya gel, civaka sivîl û mirovên siyasetmedar dewam dike. Çalakiya nobeda aştiyê jî timî bi SÎHA û topan tê bombekirin. Di êrîşan de heta niha zêdeyî 20 sivîl hatin qetilkirin, zêdeyî 200 sivîl birîndar bûn.

Rojava ji aştiyê bêpar tê hiştin

Ji ber bombardûmana dewleta Tirk rîsk heye ku bendav biteqe; ev yek jî ne tenê li ser gelê Sûriyeyê metirsî ye, di heman demê de dikare bibe felaketek ku heta Iraqê dewam bike. Rêveberiya Xweser ev demeke di vê mijarê de hişyariyê dide, lê belê bangên li civaka navneteweyî hatin kirin heta niha nehatine bersivandin. Siyasetmedara ji SPO'yê Petra Bayr tevlî vê bangê bû û ji bo êrişên leşkerî yên li ser bendavê bêne rawestandin banga wergirtina 'tedbîrên lezgîn' kir û got:"Ji bo pêşî li mezinbûna bûyeran bê girtin, ji bo parastina mafên gelê sivîl divê di asta navneteweyî de gavên bi biryar û lez bêne avêtin. Parastina binesazî û çavkaniyên avê ji bo aramiya herêmê û aştiyê şertekî sereke yê bingehîn e. Gelê Sûriye û Rojava zêdeyî 10 sal in ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, zexta bê rehm a rejîma Esad û di bin berjewendiyên hêzê yên dewletên cîran de diêşin. Bi taybetî hêzên demokratîk ên li Rojava, li dijî DAÎŞ'ê û rejîma Esad eniyeke xurt ava kirin. Li gel ku rejîm bi dawî bûye jî ji aştiyê bêpar têne hiştin. Li Sûriyeyê divê pêvajoya jinûve avakirinê û aştiyê destpê bike."

ANF/VIYANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.