Banga aştiyê gelekî hêja ye

Çarşem 5 Mijdar 2025 - 03:00

Barbara Urbanic (43) ku ji Partiya Komunîst a Awûstûryayê (KPO) û Partiya Çep namzeta sereke ya hilbijartinên şaredariya Viyanayê ya sala 2025'an e, bi daxuyaniyekê piştgirî da pêvajoya aştiyê ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li Tirkiyeyê da destpêkirin. Barbara Urbanic ku ji aliyê polîtîk ve li ser xeta femînîst a li ser bingeha piştevaniyê ye, bi bîr xist ku partiya wê salên dûr û dirêj e kevneşopiya polîtîkaya aştiyê dewam dike û got, di demekê de ku li qada navneteweyî şer zêde bûne, gava ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo aştiyê avêtiye gelekî girîng û hêja ye. Barbara Urbanic di daxuyaniya xwe de got:"Em ji vê derê, ji Awûstûryayê û ji Viyanayê pêvajoya ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li Tirkiyeyê daye destpêkirin bi baldariyeke mezin dişopînin. Weke KPO di polîtîkaya aştiyê de em xwedî kevneşopiyeke dirêj in. Di vê demê de ku li qada navneteweyî şer zêde bûye, pêngava tevgera Kurd ku rabû û got, 'Êdî bes e, em dawî li şer bînin' û daxuyaniya wê ya ku got, amade ye ji bo aştiyê gava destpêkê biavêje, gelekî hêja ye. Em hêvîdar in ku dewleta Tirk jî bersivê bide vê bangê, vê pêşniyarê qebûl bike û ji bo pêkhatina aştiya mayinde ya li Tirkiyeyê gavên pêwîst biavêje."

ANF/VIYANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.