HTŞ’ê bi Tirkiyeyê êrişî Rojava kir
Çarşem 11 Sibat 2026 - 03:35

- Endama Meclisa Eyaleta Viyanayê Heidemarie, çavdêriyên xwe yên li Rojava vegot û ev tişt anî ziman: “Bêyî alîkariya Tirkiyeyê HTŞ û milîsên din ên Îslamî nedikariyan êrişî Rêveberiya Xweser bikin.”
Endama Meclisa Eyaleta Viyanayê Heidemarie Sequenz, piştî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk, çû serdana Rojavayê Kurdistanê. Heidemarie Sequenz, çavdêriyên xwe yên li Rojava parve kir.
Heidemarie Sequenz, diyar kir ku li Qamişloyê gel tev li xweparastinê bûye û got: “Rêxistiniyeke wiha ya cewherî, piştî li Reqayê êriş ne tenê ji derve – hêzên hikûmetê û milîsan - lê ji hundir ji hêla hucreyên DAIŞ’ê ve hatin kirin, pêş ket. Pêwîstiyek bû. Di şeva ewil de min firsend dît ku li çendek bendên kontrolê bi endamên xweparastinê re biaxivim. Di wê serma û baranê de di tevahiya şevê de bi canfedayî li ber xwe didan û vê jî bandoreke mezin li min kir. Ji bo xwe germ bikin, li dora varîlên agir tê de kom dibûn. Van dîmenan saw di serê min de çêkir ji ber ku ne hînî van dîmena me.”
Heidemarie Sequenz, da zanîn ku ser Deriyê Sînor ê Sêmalkayê derbasî Rojava bûye û got: “Hevdîtinên bi koçberan re ez gelek didam zorê. Digotin ‘em jiyan û aştiyeke birûmet dixwazin û dixwazin vegerin malên xwe.’ Tevî hewldanên saziyên alîkariyê û gelê herêmê jî şert û merc di asta karesatê de ne. Di dibistanan de mase danîbûn ser hev, di hundirê odeyan de benên cilan hatibûn girêdan. Di nav wan de mêr û zarokên cigare dikişandin hebûn. Hinek zarok pir nexweş bûn. Zarokek bi nexweşiya penceşêrê ketibû û dayika wî ya bêçare zarok dirêjî me kir. Min tu caran xwe ewqas bêhêz hîs nekiribû.”
Di berdewamê de Heidemarie Sequenz bal kişand ser peymana 29’ê Çileyê ya di navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya Şamê de û got: “Li gorî min gelek mijar bi awayekî zelal nehatine muzakerekirin. Baweriya kesekî bi Colanî nedihat. Lê armanc, pêşîlêgirtina komkujiyê bû.”
Heidemarie Sequenz, anî ziman ku divê serdanên delegasyonan ên Rojava li Ewropayê veguherin xebatên civakî û got: “Weke şexs ez der heqê Rojava de bi rêk û pêk nûçeyan çêdikim, rojnamegerên jin di vê mijarê de teşwîq dikim û heta di asta YE’yê de kesên siyasî yên biryarê didin agahdar dikim. Bi taybet jî pir girîng e ku balê bikişînin ser dezenformasyona Tirkiye û Qeter ji bo wê bi milyonan Euroyan xerc dikin. Li Ewropayê hêj jî di mijara avadaniyên cîhadîst û îdeolojiya Îslamperest de nêzikatiyeke naîf heye. Ditirsin ku weke îslamafobîk û nîjadperest bên nîşandan lewma jî li dijî hemû talûkeyan bêdeng in. Li gel vê karesata insanî hemwext, her wiha karesata siyasî tê jiyîn. Hedefa aşkera ya hikûmeta demkî ya li Şamê ew e ku Rêveberiya Xweser tune bike. Modeleke civakî ya demokratîk, laîk û feminîst yekser seknek li dijî van îdeolojiyan e. Heke ne ji alîkariya leşkerî, îstîxbarî û hikûmetê ya Tirkiyeyê bûya, HTŞ û ev milîsên din ên Îslamperest nedikariyan di astek wiha de êrişî Rêveberiya Xweser bikin. Tirkiye ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser xwe ji tu rêbazan nade paş. Serkeftina modeleke mîna ya Rojava, ji bo îktîdarên otorîter gef e.”
Heidemarie Sequenz, axaftina xwe wiha qedand: “Gotina ‘Me jinan gelek tişt bi dest xist û em ê dev jê bernedin. Me dinya ji DAIŞ’ê parast û em ji bo we têkoşiyan – lê Ewropa niha hevkariyê bi îslamîstan re dike –‘ li her derê dihat bihîstin. Bi rastî jî ev mirov gelek diêşîne; ber bi dawiya sala 2011’an ve ji çar aliyên cîhanê nêzî 150 hezar cîhadperest çûn Sûriyeyê û ji van nêzî 40 hezaran jê hatine Ewropayê. Piştî şer, Rojava bi DAIŞ’iyên hatin girtin re rû bi rû hatin hiştin. Dewletên Ewropayî qebûl nekirin ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î bibin. Tenê li Kampa Holê dora 70 hezar kesên tundrew dijiyan. Barê wê jî xistibûn ser milê Rojava. Heke modela Rojava bimire, dê hêviya guherîna avadaniyên baviksalar a li herêmê jî bimire. Rojava, azadî û wekheviya ji bo jinan ne tenê li ser kaxizê, di jiyana rojane de pêşkeş kir. Ne tenê ji bo hin jinan, ji bo hemûyan.”
MA / ÎZMÎR / CAN KIRBAŞ












