Daran dibirin û dibin qereqolan

Sêşem 25 Cotmeh 2022 - 02:11

Li Şirnexê talankirina xwezayê dewam dike. Darên ku hatine birîn ji bo şewitandinê dibin qereqol û baregehan.

Talankirina xwezayê ya ku di sala 2019’an de bi hinceta “ewlehiyê” li Şirnexê ji bo avakirina qereqol û bargehên nû dest pê kir, bê navber didome.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê; cerdevan, bi çavdêriya leşkeran, di bin navê 'herêmên ewle yên taybet' de li gundên Cinîwêr, Xerbige, Bestîn, Navyan, Bêlûzer, Şerevan û Rîsorê û qadên Kaniyamîr, Bîrateto, Bîrapeşo, Deyndarok, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya ve Girê Derîncê qadên daristan têne tunekirin. Her wiha li qadên Difina Ataturk, Ax Reşka, Çala Nêriya, Çala Guza û Dêriyê Çirçira yên Çiyayê Cûdî jî dar têne birîn.  

Beşeke mezin a darên hatine birîn, ji bo firotinê li TIR û qemyonan têne barkirin û dibin bajarên cuda. Beşek din a daran jî di demên dawî de dibin qereqol, kalekol, baregehên leşkerî û nuqteyên kontrolê yên li bajêr. Ji bo zivistanê bişewitînin bi tonan dar birin hewşên kûleyên leşkerî yên navbera navenda Şirnexê û bajarokê Gundikê Melê. 

Dîsa hate dîtin ku darên li bejahiya bajêr hatine birîn li nuqteyên kontrolan hatine danîn. 

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.