Navnîşana nû ya talanê: Geliyê Bertûlê
Sêşem 12 Tebax 2025 - 03:30
Zêdetirî 5 sal in li Şirnexê bi destê cerdevanan û bi çavdêriya leşkeran qirkirina xwezayê tê kirin. Niha jî herêmeke nû dan ber vê qirkirinê. Geliyê Bertûlê yê li jêra bajarokê Qesirkê ku dikeve quntarê Çiyayê Gabarê, tê tunekirin. Walîtiya Şirnexê ev herêm ji têketina sivîlan qedexe kiriye û niha li wê herêmê bi kemçeyan xweza tê talankirin. Geliyê Bertûlê ku navê xwe ji gund digire, bi sûlava xwe ya nûwaza û bi hewzên xwezayî re bala ziyaretvanan dikişîne. Her sal bi hezaran welatî ji bo xwe hênik bikin berê xwe didin vî gelî yî. Lê belê walîtiyê bi hinceta “ewlehiyê” têketina vê herêmê ji bo salekê bi temamî qedexe kir. Di dîmenên dawî yên li geliyê behsa xeberê hatine kişandin de tê dîtin ku 3 kemçe daran ji reh ve derdixînin. Makîneyên kar ku hewzên avê yên xwezayî xera kirine, Sûlava Bertûlê jî tune dikin. Di dîmenan de tê dîtin ku ji bo lêgerîna petrolê û birîna daran, rêyên nû tên vekirin. Hewzên avê yên pîr û pak, niha mîna kurê bûn e û kemçe daran ji holê radikin. Li hêla din, ji ber lêgerîna petrolê ya ji hêla Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ve hatiye destpêkirin, li herêmên Besta, Çiyayê Cûdî, navçeyên Elkê û Qilebanê dar tên birîn.
NAVENDA NÛÇEYAN