Dewleta Tirk dijminê daran e jî
Duşem 25 Tîrmeh 2022 - 17:26

Berpirsên Komeleya Kurdistana Sewz dan zanîn divê li dijî talankirina jîngeha Herêma Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, helwêst were nîşandan. Wan her wiha daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir da pêşî li têkdan û xerakirina jîngeha Kurdistanê ya bi destê dewleta Tirk, bigire.
Dewleta Tirk a dagirker li kêleka êrişên xwe yên dagirkirina li ser Başûrê Kurdistanê, dest bi xirakirin û talankirina jîngeha Kurdistanê jî kiriye. Vê yekê jî metirsiyek mezin li ser jîngeha Kurdistanê çêkiriye.
Derbarê mijarê de berpirsên Komeleya Kurdistana Sewz ji Rojnewsê re axivîn.
Serokê Komeleya Kurdistana Sewz Îsmaîl Ebdullah derbarê mijarê de got, “Ev kar li dewleta faşîst a Tirk tên. Ev karekî li dijî jîngehê ye, li dijî neteweya Kurd e, li dijî çiya û xaka Kurdistanê ye. Ji ber ku çiya û daristanên Kurdistanê jîngeheke pak û şînatiyeke baş heye. Darên berûyê jîngeheke paqij ava kirine. Lê dewleta Tirk li dijî jîngehê ye. Li gorî wan dar jî dijminê wan in ji bona wê dibirrin.”
Îsmaîl Ebdullah da zanîn wan daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên civaka sivîl kiriye bi hev re ew van karên qirêj ên dewleta Tirk şermezar bikin, ji ber ku ev ziyanê digihîne jîngeha cîhanê hemûyî.
Giliyê dewleta Tirk kirin
Berpirsa Şaxê Silêmanî ya Komeleya Kurdistana Sewz, Amîne Ehmed jî li ser têkdana jîngeha Kurdistanê bi destê dewleta Tirk, got, “Em wek Komeleya Kurdistana Sewz ti demê van binpêkirinên dewleta Tirk qebûl nakin. Wek Komeleya Kurdistana Sewz me li Netewên Yekbûyî giliyê Tirkiyê kiriye. Ev binpêkirinên dewleta Tirk didomin û binpêkirineke siyasî, aborî, civakî û jîngeyî ye.”
Di dewamê de Amîne Ehmed got, “Em daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê dikin, van binpêkirinên dewleta Tirk ên civakî û jîngehî rawestînin. Ji ber ku îro mijara jîngehê bûye mijareke cîhanî. Li her cihî jîngeh ber bi xirabûnê ve here, maneya vê, cîhan ber bi xirabûnê ve diçe. Ji bo wê, em daxwazê ji welatên xwedî hêz û Iraqê dikin, bila li ber vê siyaseta qirêj a dewleta Tirk a li beramberî Kurdistanê rabin.”
ROJNEWS / SILÊMANÎ















