Rêbaza nû ya talanê: Fistiq

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 1 Hezîran 2023 - 14:06

ZEYNEP DURGUT / MA / ŞIRNEX

Ev zêdetirî 3 salan e ku li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Çilênimêja yên Şirnexê bi destê cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de dar tên birrîn. Di nava van çend salan de bi hezaran dar hatin birrîn, bi destê cerdevanan li bajarên cuda hatin veguhestin û firotin. Waliyê Şirnexê, Osman Bîlgîn dest ji polîtîkaya birrîna daran berneda û di her daxuyaniya xwe de îdîa kir ku ev dar ji bo “ewlehiyê” tên birrîn. Di heman demê de kesên li ber talankirina xwezayê rabûn jî bi îdîaya “alîgirên rêxistina terorê” sûcdar kir. Bi vî awayî hewl da talanê rewa bike. Heman waliyî niha jî bi piştgiriya Projeya Başûrrojhiat ê Anatoliyayê (GAP), Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Şirnexê û Yekîtiya Hilberînerên Fistiqan ên Şirnexê, dixwaze qirkirina darên herêmê bidomîne û vê qirkirinê bi rêbaza “çandina darên fistiqê” rewa bike.  

Xelkê herêmê li hemberî vê hewldana waliyê Şirnexê, nerazî ye û dixwaze ku walî tavilê dev ji vê talanê berde. 

Bila darên me nebirrin

Erdên Abdullah Uysal li Bestehincê hene û darên wî tên birrîn. Wî nerazîbûn nîşanî helwêsta walî da û got, “Em naxwazin darên me bên birrîn. Heke dar bên birrîn wê baran jî nebare. Zindiyên li van erdan jî guneh in. Bi birrîna daran re ew jî wê bêxwedî û bêerd bimînin. Ji ber wê em naxwazin dar bên birrîn, daristanên me bên xerakirin.”

Em ê çi ji fistiqan bikin

Di dewamê de Uysal got, “Em naxwazin li ser erdê me fistiqan biçînin. Bila darên me tê de bin. Heke darên me nebin, em ê çi ji fistiqan bikin? Ev dar nebin em ê çawa debara xwe bikin? Daristan nebe ti tişt jî nîne. Ew der ne cihê fistiqan e. Biçînin jî çênabin. Heke ew dar nebin, em jî nînin. Bila darên me bimînin em çi fistiqan naxwazin.” 

Derewan dikin

Yek ji kesên darên wî li Herêma Besta ya Çemê Mezin tên birrîn, Abdulkerim Îrmez e. Îrmez jî got, “Beyî daxwaza me darên me birrîn. Niha dibêjin ‘em ê fistiqan deynin’. Tiştekî wisa tine ye û em naxwazin cihê dara me ya hatî birrîn fistiq lê werin çandin. Ew tenê mirovan dixapînin. Bi vî rengî armanc dikin ku darên mayîn jî bibirrin û piştre jî ji civakê re bibêjin, em ê şûna wan fistiqan biçînin. Heke rast û dirûst in, bila darên me nedibirrin. Heke jidil in, bila darên me nebirrin û em tişteke din ji wan naxwazin. Piştî ku ewqas dar birrîn û pezê me ji destê me çû, em ê çi ji fistiqan bikin?”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.