Tirkiye û Îranê 100 milyon donim daristan şewitandin

Pêncşem 26 Gulan 2022 - 22:36

  • “Her roj li ser sînor topbaran û şer e. Îran û Tirkiye darên li ser sînor yan dibirrin yan jî topbaran dikin û di şewitînin. Ev yek jî bandorê li ser kêmbûna rêjeya heşînahiyê dike.”

Berdevkê Desteya Jingehê ya Herêma Kurdistanê, Ebdulrezaq Ceylanî ragihand ku ji ber êriş û  topbaranên Tirkiye û Îranê, li Herêma Kurdistanê di nava 9 salan 100 milyon donim daristan şewitîne.

Ebdulrezaq Ceylanî ji Dengê Emerîkayê re, li ser bandora êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û Îranê yên li ser jîngeha Başûrê Kurdistanê got, “Her roj li ser sînor topbaran û şer e. Îran û Tirkiye darên li ser sînor yan dibirrin yan jî topbaran dikin û di şewitînin. Ev yek jî bandorê li ser kêmbûna rêjeya heşînahiyê dike.”

Ceylanî di dewama axaftina xwe de eşkere kir ku ji 2010’an heta 2019’an, ji ber êriş û topbarana dewleta Tirk û ya Îranê, li Başûrê Kurdistanê nêzîkî 100 milyon donim daristan şewitiye: “Tirkiye û Îran herêmên li ser sînor hem topbaran dikin hem jî operasyonên leşkerî di nav de dikin. Ev yek dibe sedema şikandin û şewitandina daran. Ev hemû sedem in ji bo têkçûna jîngeha Herêma Kurdistanê.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.