Em li nav gelê xwe ne walî li nav zêrevanan e

Sêşem 25 Hezîran 2024 - 00:16

AHMET KANBAL-OMER AKIN / MA / MÊRDÎN

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz a Waliyê Mêrdînê Tûncay Akkoyûn ê ji ber berteka gel a li Şemrexê neçar ma ji nav şînê derkeve û AKP’iyan bi nûçeyên servîskirin re ew hedef girtin wiha got: “Em li vir in bila ew bi koma zêrevanên xwe re gera xwe bidomînin.”

Şîna ji bo kesên di şewatên li Xana Axpar û Şemrex a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dayîn didomin. Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun û Parlamenterê AKP’ê Faruk Kiliç çûn serdana şîna li gundê Kelekê yê Şemrexê hatiye danîn. Şêniyên gund bertek nîşanî Akkoyun û Kiliç dan. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) ya Mêrdînê Saliha Aydenîz dema xwest bikeve hundirê mala şînê, ji aliyê parazvanên walî ve hate astengkirin. Dûre di navbera Aydenîz û walî Akkoyun de nîqaş derket. Welatiyan jî bertek nîşanî Akkoyun dan. Akkoyun û şandeya pê re ji mala şînê hatin derxistin. Welatiyan xwestin ku walî Akkoyûn û kesên pê re ji mala şînê derkevin. 

Piştî ku walî û kesên pê re ji mala şînê hatin derxistin Walîtiya Mêrdînê nûçeyên ku parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz hedef digirtin servîs kirin, Serokatiya AKP’ê ya Bajêr jî heman nûçe servîs kirin û Aydenîz hedef girt. Di nûçeyên hatin servîskirin de hate îdiakirin ku gundiyan bertek nîşanî Aydenîzê dane. 

Walî ketiye pey parastina DEDAŞ’ê 

Aydenîz a tiştên ku beriya berteka welatiyan nîşanî walî û kesên pê re dan û piştî wê qewimîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot, destnîşan kir berovajiyê nûçeyên ku walîtî û AKP’iyan servîskirin gundî xwedî li wan derketine.  

Aydenîz, anî ziman ku ji serê bûyerê ve li herêmê ne, ji roja ewil ve walîtî û desthilatê tişta ketiye berê wan nekiriye û bi lêv kir ku bersiva telefonên wan jî nehatiye dayîn. Walîtiyên Mêrdîn û Amedê ji serê bûyerê ve dibêjin şewat ji ber “şewitandina pirêzeyan” derketiye, bi van gotinan DEDAŞ’ê diparêzin û got: “Hem dewletê hem desthilatê şûna ku êşan sivik bikin hewl dan zêdetir gel weke berpirsyar nîşan bidin. Şûna ku êşa gel kêm bikin, hewl dan êşa wan zêde bikin.”

Walî bersiv neda telefonê 

Aydenîz a qala tiştên li mala şînê qewimîn kir, diyar kir ku haya wan jê nebû ku Walî Akkoyûn hatiye gund û ev tişt gotin: “Dema em hatin gund me dît ku hem ba heye, hem baran dibare û hem jî şewateke din derketiye. Ciwan bi lez û bez ber bi cihê şewatê ve diçûn. Min dîsa hewl da xwe bigihînim Walî û Midûriyeta Daristanê. Ji ber ku qad çiyayî bû ji bo mudaxile bikin û heman êş çênebin min hewl da xwe bigihînim wan.” Aydenîz, da zanîn ku dîsa jî walîtiyê bersiv neda telefonên wê, li ser vê yekê gundî hatine jê re gotine ku walî hatiye mala şînê û bi lêv kir ku ji ber ew bi xwe jî rewşê jê re bêje çûye mala şînê. 

Çi karê we li vir heye? 

Aydenîz, da zanîn ku parazvanên Walî di derî de hewl dan wê asteng bikin û diyar kir ku tevî xwe daye nasîn jî astengkirina parazvanan berdewam kir. Aydenîz, anî ziman li ser vê yekê dengê xwe bilind kiriye û ev tişt ji wan re gotiye “3-4 roj in em hewl didin bi telefonan bigihin we. Me nîşeyek ji we re şand ku roja ewil divê helîkopterek were vir. Hûn ji wê rojê ve li me ne zivirî ne. Em îro jî hewl didin xwe bigihînin we, li derve şewatek heye. Ciwan diçin wir. Têkildarî vê hûn li me nazivirin. Heke hûn di dema êşên gel de li vir nebin, çi karê we li vir heye.” Aydenîz di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Lê artêşa parazvanan û Serokê AKP’ê yê Navçeyê hewl dan êrişî me bikin. Dema hewl dan êriş bikin, gelê me jî ji bo wekîla xwe biparêzin mudaxile kirin. Gotin ku divê walî li wir nebe û divê ji wir biçe.”

Em li nav gelê xwe ne 

Aydenîz, bi lêv kir ku li ser vê yekê walî ji mala şînê derket û ew bi xwe hêj bi gel re ne û got: “Em hêj bi gelê xwe re ne, êşa wan parve dikin. Em diyar dikin heta dawiyê em ê bibin şopdarê van tiştên qewimîn.” Aydenîz, destnîşan kir îdiayên di nûçeyên ku walîtî û AKP’iyan servîs kirin de ne rast in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em li vir in. Yên ku ne li vir in walî û parazvanên wî bi xwe ne. Em vê jî pêşkeşî rayagiştî dikin. Em li vir in û em ê li vir bin. Em ji deqîqeya ewil ve li vir in. Kêliyên ku em li vir nebin jî gel li me digere û dipirse ku em li kû ne. An jî pirsgirêkên xwe parve dikin û dixwazin em çareser bikin. Kesên ku divê li vir bûna, ji bo ku ne li vir in ketine derdê reşkirinê. Em wan ji xwe re nakin xem. Bila ew bi koma parazvanan re gerên xwe bidomînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.