Dewlet di felaketê de jî cihêkariyê dike

Pêncşem 27 Hezîran 2024 - 00:42

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik tekîn şewata li Amed û Mêrdînê weke 'felaketê' pênase kir, diyar kir DEDAŞ belayê serê gele Kurdistanê ye û got, dewleta Tirk di felaketan de jî cihêkariyê dike, xasma jî li ser Kurdan.

Şewata ku şeva 20'ê Hezîranê li navçeya Şemrex a Mêrdînê û navçeya Çinar a Amedê destpê kir li qadeke ji 66 kîlometreyî belav bû ku gundên Kelekê, Dirînê, Tobînî û Herberê dabû ber xwe. Ji ber şewatê 15 mirin, 78 kes jî birîndar bûn. Şahidan diyar kirin ku li gundê Tobînî yê navçeya Çinarê têlên ceyranê yên kevnbûyî li hev ketin û çirûska ji ber telan çûyin bû sedema şewatê. Raporên saziyan û lêkolîna destpêkê ya dozgeriyê vê yek piştrast dike. Walîtiya dewleta Tirk a li Amedê berevajî vê yekê hewl da DEDAŞ'ê biparêze. Îdîaya walîtiyê ji aliyê Alîkarê Wezîrê Karên Hundir Munîr Karaloglû ve nehat piştrastkirin.

Şewat ji xemsarî û bêtevdîriyê ye

Hevseroka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Pinar Sakik Tekîn li ser mijarê  axivî û got, "Ji ber xemsarî û bêtevdîriyê ev felaket qewimî. Em bi hemû pêkhateyên xwe bi hawara gelê xwe ve çûn, me şewat vemirand, êş par ve kir. Êşa gelê me êşa me ye."

DEDAŞ bela serê Kurdistanê ye

Pinar Sakik Tekîn destnîşan kir ku DEDAŞ bûye belayê serê gelê Kurdistanê û got, "Em nikarin ji vê bûyerê re bibêjin qeder e. Bi sûcdarkirina gel nikarin ji binê vê berpirsyariyê rabin. Mixabin Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) xemsarî kir, tevdîr wernegirt, lewma ev felaket hate serê me. Giliyên gelê me ji nedîtî ve hat. Li gel hişyariyan jî daxwaz û giliyên gel nedît. Ev nêzîkatî ne ya qebûlkirinê ye."

Dema ku mijar Kurd bin cihêkariyê dikin

Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku li gel israra gel jî dewletê piştî 12 saetan alîkarî gihand cihê şewatê û got, "Me di erdhejê de jî dît, dewletê piştî 36 saetan bersiv dabû. Di vê felaketa şewatê de jî piştî 12 saetan hewl da bersivê bide lê belê têrê nekir. Bi taybetî di bûyerên li cografya Kurdistanê de ev helwesta xemsar a dewletê me dixe nava fikaran. Di felaketan de jî cihêkarî tê kirin. Dema mijar dibe Kurd û zerar li Kurdistanê dibe hingî dewlet xwedî lê dernakeve."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.