Em dorpêça leşkerî bişkînin

Sêşem 25 Hezîran 2024 - 00:09

  • Şandeya ku ji ber şewata di encama bombebarana bi rojane li Herêma Mawayê didome xwest biçe herêmê hate astengkirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di nav şandeyê de got, “Bi dehan gundên me bi çarçoveya operasyonê hatin qedexekirin. Mudaxeleyî şewatê nayê kirin.” Bayindir bang li gel kir ku dijî operasyona dagirker helwesta xwe nîşan bide û dorpêça leşkerî bişkîne.

Operasyona leşkerî ya dagirkeriya Tirk ya ku di 18’ê hezîranê de li bejahiya gundê Xirbêkûr ê li herêma Çiyayê Mawa yê li navçeya Heskîf a Êlihê hatibû destpêkirin didome. Operasyon ber bi bejahiya navçeya Kercewsê ve hate berfirehkirin. Li herêmê liv û tevgera hewayî didome. Hate diyarkirin ku li herêma Torî ya li navçeya Kercewsê ji aliyê walîtiyê ve ketin û derketina nav herêmê hatiye qedexekirin. Gundê Bilexşeyê jî ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin. Hate ragihandin şewata ku li bejahiyê derketiye ber bi gundê Bilexşeyê ve diçe û gelek wesayîtên agirkujiyê ji herêmê re hatine xwestin. 

Nehiştin şande biçe herêmê 

Şandeya ku Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê Serhat Eren, Kamûran Tanhan û Zeynep Odûncû û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û endamên partiyan di nav de xwestin biçin gundê ku şewat lê derketiye. Lê ketina şandeyê ya nav gund hate astengkirin.  

Bi dehan gund hatine dorpêçkirin 

Leşkerên ku ketina gundê Bilexşeyê dorpêç kirin, bi hinceta operasyonê destûr nedan ku şande bikeve gund. Li ser vê yekê şandeyê daxuyanî da çapemeniyê.  

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li ser navê şandeyê axivî, bertek nîşanî bêhiqûqiya qewimî da. Bayindir diyar kir ku gundî li malên xwe asê mane û wiha got: “Me xwest herêma ku çend roj in operasyon lê didome bi parlamenterên xwe re bibînin. Li herêmê li qadeke fireh şewat derket. Me xwest vê bibînin. Lê em asteng kirin, qadeke bi kîlometreyan berfireh weke qadeke qedexe hatiye îlankirin. Li vê qadê bi dehan gund hene. Destûr nadin ku gundî karên xwe yên rojane bikin, nikarin sewalên xwe yên xwedî dikin av bidin, nikarin biçin nav baxçeyên xwe. Em vê ferasetê qebûl nakin, bi dehan gund, dayik, jin, pîr û nexweş li vê herêmê hene. Bi dehan kes li me geriyan, ji ber vê operasyonê tirsa wan heye, me xwest bi gundiyên xwe re hevdîtinê bikin, xwestin rewşa wan bipirsin ka çawa ye lê em ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin astengkirin. Em bang li gelê Êlihê dikin, li dijî vê rewşê bi hestiyar bin. Ji ber ku bi dehan gundên me di çarçoveya vê operasyonê de hatin qedexekirin. Ev ne rewşeke ku bê qebûlkirin e. Em ê weke partî û saziyên xwe li cem gundiyên xwe bin. Em ê her tişta ku ji destê me were ji bo gundiyên xwe bikin.”

Erdnîgariya me bi operasyonê dişewitînin 

Bayindir, bi lêv kir ku biryara qedexekirinê bêwijdanî ye û ev tişt gotin: “Çend roj in qedexeyeke ku şêniyên me yên gund nikarin pêdiviya xwe ya av û xwarinê pêşwazî bikin heye. Ev rêyeke bêexlaqî û bêwijdanî ye û nayê qebûlkirin. Bi rojane destûr nayê dayîn ku ji malên xwe derkevin, bila gelê me li dijî vê mijarê hestiyar be û ji bo qedexe demildest were rakirin bila her kes tişta ji destê wan tê bike. Qadeke bi hezaran kîlometre hate şewitandin, me ev bi çavên xwe dît ku hêj cihên şewat lê xuya dikin hene. Tankerên avê li herêmê ne lê tu kes ji bo vemirandina şewatê tiştekî nake. Qadeke berfireh ber bi şewitînê ve diçe. Ev nayê qebûlkirin. Xweza, welat, erdnîgariya me bi vê operasyonê tê şewitandin û gundî jî li malên xwe asê tên hiştin. Ez bang li hemû gelê me dikim, çi ji destê me bê em bikin, em şeniyên gund demildest ji qedexeyê xelas bikin û bikin ku vegerin ser kar û barên xwe yên rojane.”

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.