Li Mawayê ji dagirkeran gefa kuştinê

În 28 Hezîran 2024 - 00:45

Tevgera dagirkeriya leşkerî ya Tirk ya li ser herêma Mawayê di roja 10'an de didome. Welatiyên li gundên derdorê diyar kirin ku leşkerên dagirker ên Tirk bi kuştinê gefê li wan dixwin û banga piştevaniyê kirin. Leşkerên dagirker her wiha nahêlin ku gundî biçin ser bax û baxçeyên xwe û kar û barê xwe yên rojane bikin.

Tevgera dagirkeriya leşkerî ya Tirk ku di 18'ê Hezîranê de li Herêma Mawayê ya gundê Xirbêkurê yê Heskîfa Êlihê hat destpêkirin û di 22'yê Hezîranê de li bejahiya navçeya Kercewsê belav bû, didome. Piştî ku tevgera dagirkeriya leşkerî hat destpêkirin, herêm ji aliyê Walîtiyê mêtinger ê Êlihê ve heta 3'yê Tîrmehê hat qedexekirin. 

Nahêlin biçin ser baxçeyan

Piştî qedexeyê derdora gundê Xirbêkûrê bi balafirên şer ên F-16 û helîkopteran hat bombeberankirin. Di bombeberanê de camên xaniyên gund şikiyan û wesayîteke u parçeyên şarapnelê lê ketin jî pert bû. Dorpêça leşkeran a li gund jî didome û diyar bû leşkerên dagirker ên Tirk nahêlin ku welatî biçin nav bav û baxçeyên xwe û kar û barê xwe yên debarê bikin.  

Gefa kuştinê li gundiyan xwarin

Hat destnîşankirin welatiyên ku xwestine biçin nava bax û baxçeyên xwe, leşkerên Tirk ên dagirker bi kuştinê gef li wan xwarine. Her wiha daxwazên gundiyan bi tu awayî nayên qebûlkirin. 

Ji ber bombeyan şewat derket

Li zêdetirî 10 gundên Herêma Torê ya Kercewsê jî di 22'yê hezîranê de qedexe hat îlankirin û qedexe wê heya 6'ê Tîrmehê bidome. Piştî qedexe hat ragihandin bejahiya herêmê hat bombeberankirin û şewata derket ber bi gundê Bilêşê yê Kercewsê ve çû. Piştî gundiyan xeber ragihand tîmên agirkujiyê xwestin biçin gund, lê leşkeran nehişt. Hat diyarkirin ku şewat di 23'yê hezîranê de ji ber baranê tefiyaye. 

Banga bihistyariyê 

Gundiyan anî ziman ku bi mirinê re rû bi rû ne û tim dengê balafir, helikopter û çekan tê. Gundiyan destnîşan kir ku ev rewş bandorê li zarokên wan dike û banga hestiyariyê li raya giştî kirin û xwestin demildest dawî li vê zilmê bê. 

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.