300 tank û wesayîtên zirxî

Şemî 29 Hezîran 2024 - 02:35

Rêxistina CPT ya Emerîkî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker, di rêya ku di meha Çileyê de li nav xaka Başûrê Kurdistanê çêkiriye re 300 tank û wesayîtên zirxî anîne gundên Ûre, Sererû, Eredinan, Kêste, Çelkê û Babîrê.

Herwiha CPT’yê eşkere kir ku artêşa Tirk di navbera gundên Babîrê û Kanî Belavê yê Behdînanê nuqteyên kontrolê danîne, kontrola nasnameyên xelkê dike.

Endamê Tîma Kurdistanê ya Iraqê (CPT) Kameran Osman, bi raporekê plana dagirkeriyê ya artêşa Tirk ya ji bo zêdetir dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê eşkere kir.

Kameran Osman bi rêya raporekê ev agahî eşkere kirin:“Di nava sê rojan de tevgereke zêde ya nêzîkî hezar leşkerên artêşa Tirk a dagirker di navbera herêmên xwe yên leşkerî li Çiyayê Barûx, Çiyayê Metîna û pişt bajarokê Bamernê heye. Di 25’ê Hezîranê de nuqteyek ya kontrole di navbera gundên Babîrê û Kanî Belavê danîne û li nasnameyên xelkê dinêrin.”

Di raporê de wiha hate gotin; “Dewleta Tirk niha dixwaze ji Şêladizê heta Çiyayê Metîna xeteke ewlekariyê ava bike ku ev xete di Dêrelok, Bamernê û Bêgova re derbas bibe. Bi vê yekê artêşa Tirk dixwaze hemû gund û bajarok, çiya, zevî, dol, newal, av û deverên li pişt vê xetê bixe bin kontrola kontrola xwe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.