Li Minbicê sivîlek hat qetilkirin

Şemî 29 Hezîran 2024 - 00:59

Dewleta Tirk a dagirker, di bombardûmana li bejahiya bakurê Minbicê de sivîlek qetil kir. Di êrişê de sivîlek jî birîndar bû.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku bombardûman li ser gundê El Derecê hatiye kirin û sivîlek şehîd bûye, yek jî birîndar bûye. Hate ragihandin ku sivîlê şehîd bûye Îbrahîm Derc Semo yê 45 salî ye. Xalid Kamil El Hîlal ê 26 salî jî li Nexweşxaneya Minbicê tê dermankirin.

ANF/MINBIC

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.