Kalekolan ava dikin dara dibirrin
Sêşem 2 Tebax 2022 - 21:15
- Birrîna daran a li Şirnexê dewam dike. Hate zanîn ku li Çiyayê Cûdî ji bo avakirina kalekolên nû li herêmê birrîna daran dest pê kiriye.
Birrîna daran a li Şirnexê dewam dike. Hate zanîn ku li Çiyayê Cûdî ji bo avakirina kalekolên nû li herêmê birrîna daran dest pê kiriye.
Li çiyayên Cûdî, Gabar û li herêma Bestayê birrîna daran bênavber dewam dike. Bi taybetî li herêma Bestayê heta niha bi tonan dar hatine birrîn û wan darên ku hatine birrîn bi TIR û kamyonan dişinin derveyî bajêr. Hat zanîn ku li deverên Kaniya Mêvik û Dê Guhkan projeyeke nû hatiye destpêkirin û di projeyê de avakirina kalekolên nû heye û di vê çarçoveyê de dar têne birrîn. Yanî dewleta Tirk hem bêhtir dagir dike û hem jî bêhtir daran dibirre.
ŞIRNEX