Şewitandina daristanên Licê siyaseta qirkirinê ye

Sêşem 15 Tebax 2023 - 03:30

Di salên 1990´î de dewleta Tirk a dagirker gundên Licê bi taburên şewitandina gundan şewitandibûn. Dewleta ku xaniyan û daristanan dişewitîne, îsal jî heman karî dike. Di 5 şewatên di nava mehekê de dewleta Tirk bi sedan hektar daristanên Licê kirin xwelî.

Dewleta Tirk îsal bi awayekî sîstematîk daristanan weke rêbazeke şerê taybet li Bakur û Başûrê Kurdistanê dişewitîne. Li Licê di nava mehekê de dewletê 5 caran heman dever şewitand. Dewleta Tirk li Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê jî hewl dide xelkê gundan bi şewitandina daristanan bide koçberkirin.

Herî dawî beriya bi sê rojan li gundên Licê Gom, Entax û Bamitniyê agir bi daristanê ket. Ji 5 şewatên daristanan ên di nava mehekê de 3 li van gundê Gomê çêbûn. Ji ber ku dereng destwerdan hat kirin, şewat gihişt gund û du xanî bi temamî şewitîn. Bi sedan hektar daristan jî bû xwelî. Herçî gundî ne, tesadûfî sax filitîn. 

 

Ne tesadûf e

Ji xelkê gundê Gomê, Emîn Yaylik dibêje, li heman deverê 3 şewatên di nava mehekê de ne tesadûf in. Wî da zanîn ku qereqola dagirkeran li şewatê tenê temaşe kiriye. Emîn Yaylik da zanîn ku wan di cih de dest werdaye şewatê, lê bayî û derfetên wan ên kêm têra vemirandina agir nekiriye. Agirkuj jî dereng û kêm hatine:  “Daristaneke mezin dişewite, me berê xwe dayê, tenê wesaîteke agirkujiyê hatiye. Piştî ku agir girte malan û rezan, hîna nû dest werdayê”.

Dewleta Tirk sala 1994´an gundê Gomê şewitandiye. Piştî bi 15 salan xelk vegeriyabû gundê xwe. Emîn Yaylik wiha behsa siyaseta sîstematîk a şewitandina daristanê dike: “Her sal van daran wiha dişewitînin. Îsal sê caran şewitandin. Heger zû dest werdana, ne ev dar û ne jî ev mal wê neşewitiyana.”

 

Cihê operasyonên dagirkeriyê

Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, Murat Bilgiç piştî şewatê çû gundan û lêkolîn kirin. Bilgiç dibêje, agir bi daristanên nêzî qereqolan yan jî yên li herêmên operasyonên leşkerî dikeve. Murat Bilgiç li ser mijarê got, “Her havîn vê talanê bi şewitandina daristanan dikin. Şewat yan li nêzî qereqolan yan li herêmên operasyonên leşkerî yan jî li deverên ku dixwazin xelkê bi darê zorê jê koçber bikin, çêdibin. Ev rewş esas siyaseteke qirkirinê nîşanî me dide. Li her devera Kurdistanê divê xelk bi destê xwe koma vemirandina şewatên daristanan çêke. Divê em bi her awayî parastina xwe bikin.”

Ji Baroya Amedê parêzer Ahmet Înan jî da zanîn ku li ser şewatê wan miracaetî qeymeqamiya Licê kiriye, lê qeymeqamiyê ti bersiv nedaye wan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.