OSMAN KAPAN
Ji bo bîranîna Şehîd M. Hanîfî Bîlgîn
30 çile 2022 fîzîna bayê reş, serma li qewêra digeriya ku xwe têde veşêre. Zilomata zîndanê di bêdengî ya şeva tarî de , bi ime im bû. Dilekî berxwedêr di wê xopana zîndanê de, em jê bê hay ji me xatir dixwestin! Bi sihara sibê re nalênî bi zîndanê ket,ev ji bo me ne elameta xêrê bû.Me guh bel kir,bê ka çi yê? Dengekî giryok guhê me alast; “ Hevalê Deza (Hanîfî) şehît ketiye…“ Qudifîm. Dilê min lerizî, sancoya sermayê bû cemed. Mi bawer nekir. Guh girt,qederekê welê mam…Piştre dîsa heman deng û heman gotin.Min xwest bikim hawar,lê dengê min li taqê dîwarên beton, derabe û derîyên hesin diketin, di guh de olan didan. Bîranînên me xwe li labîrentê mêjiyê min dialand û di bîbikên çav de zindî dibû.Rondik dîl hatin girtin, diwerivîn ser mêlakê… Dengê çûyîna bê dem, em lal kiribûn. Êdî em di bêdengî ya xwe de digiriyan, li ser halê bêçaretiya xwe. Pêşikvanekî din dabû rê û em hiştibûne di bin bar de.
Şehît pêşivanên pêşeroja me ne, li gorî armancên wan pêk werin em tevdigerin.Lewra ew şehîd in.Ango şahid in, ji ber wê çavên wan tim li ser me ne. Dema ku em dibêjin şehîd namirin em vê dibêjin; “ ew bi berpirsiyarî tevgeriyan heya roja xatir xwestinê û bê dudilî li pey xem û xeyalên xwe bûn.şahidên demê bûn.“ Dema çûne şehadetê erkek danîne ser milê me û gotin: “ Me peywira xwe pêk anî,divê win armancê hasil bikin…“
Her şehîd çûyîneke bê dem e. Hinek jê, ji bê demîtiyê jî bê demtirin ! Lewra ji ber şert û mercên ku têde ne, gelek xeyalên hîn ne pêkhatî li pey xwe dihêlin. Bes ji ber oxira ji nişkave barê girantir datînin ser milê em.Em jî dibêjin ser seran, ser çavan…şehîd hanîfî jî ,bê dem xatir ji me xwest.Di salvegera şehadeta wî de bi minetdarî bi bîr tînim û bejna xwe li ber wî û şehîdên şoreşê ditewînim…
ÇÛYÎNA BÊDEM
Dem êşê dirêse
Carina jî êş û peroşê / Mîna baxçeyekî hişkbûyî / Dil li merv ziwa dike / Em zarokên ba û bagerê / Canfedayê azadî yê ne / Em bazê rê û peravan / Berxwedêrên zîndana zilmê ne / Bi hev re mil bi mil / Di sermaya sibatê de / Bişrîna du çavên brîqok / Sal li ber mikur hatinê bû / Hezar û nehsed û not û pêncan / Em leqayî hev hatin / Wê salê li hemberî min / Yekî bejin zirav û dirêj / Yekî rû qemer / Hembêzkirineke tîna germ / Hevdû naskirineke nû / Naskirineke ji dil / Paşê êrîşên dijwar /Paşê berxwedaneke demdirêj / nîve nîv ken / Nîve nîv girî / Li yozgata çol û beyar / Em bûne yek / Em bûne hevrêyên ji dil / Ro hat berê me kete oxiran / Berê me li cih û diyarên cuda / Me da rê bi bêrî / Bi hezkirin / Bi heval û hogirî / Paşê roj û mehan da dû hev / Sal li hev qelibîn / Li me bû du heza û şeş / Wextê beran berdanê / Dîsa em li ba hev / Dîsa cirxweşiya bextê biharîn / duvre ewr li hev civiyan / Bruskan tîr vedan / Sal bû du hezar û bîst û didu / Sihê Cile ya sermok / Deng bilind bûn pêşî / Berfê cemed girt / Gotin tu bûyî stêrk / Di esmanê dilê me de / Her tîşt bû kelegirîn / Her tiSt ji tamê dûr ketin / Ziman bi lalîya xwe hisiya / Li Çewlika Yado yê serhildêr / Xemê kon veda / Dayê Meşîka yê reş girêda / Li ber srê te kire lîle lîl / Got Deza yo lawo / Henîfîyo qurban bi ku ve / Wê,wê ,wê / Di gewriya min de asêbûnek / Xeniqîna peyvên bi tam / Bi ku ve diçî hevalo / Hê zû bû ji vê çûnê re…
Sererastkirin û lêborîn: Hefteya borî nivîsa bi navê “ Nîxandina Romana Melayê Cizîrî “ Di vê quncikê de li ser navê min hatibû çapkirin. Nîvîs ne ya min, ya Evdireman Gabarî bû, Romana min nîrxandibû.Ji bo keda wî spas.Ji bo vê şaşîyê ji Evdirehman Gabarî û we hemî xwîner ên heja lêborîna xwe dixwazim..