Ciwan bila çalakiyan bikin
Pêncşem 21 Nîsan 2022 - 22:18
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan derbarê êrişa dewleta Tirk a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ya ji 17’ê Nîsanê ve ji ANF´ê re peyivî.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan derbarê êrişa dewleta Tirk a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ya ji 17’ê Nîsanê ve ji ANF´ê re peyivî. Karayilan ji bo armanca êrişê got, “Ev êrişên dijmin ne êrişên adetî ne. Dewleta Tirk ji sala 2016’an û vir ve bi konsepteke nû tevdigere, ji xwe re stratejiyek kiriye esas. Armanca vê straejiyê ev e, ji bo ku ew têkevin pêşiya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê divê Tirkiye piçûk nebe û biryar dane ku Tirkiyeyê mezintir bikin. Di vê çarçoveyê de dane ber xwe ku sînorên Mîsak-i Millî di warê leşkerî, siyasî û ekonomî de û di warên din de têxin kontrola xwe. Di heman demê de bi vî awayî armanca wan ev e ku bernameya Osmaniya Nû têxin meriyetê û Tirkiyeyê bikin dewleta herî mezin a li herêmê.
Wan dabû ber xwe ku Zap (Zê), Metîna û Avaşînê dagir bikin û ji wir jî xwe bigihînin Garê û Qendîlê. Di nava sê mehan de wê her der dagir bikirina. Lê derbên giran xwarin û têk çûn. Me dizanibû ku wê dewleta Tirk bi hêsanî vî tiştî qebûl neke. Hê saleke wan heye, lê dewlet bi xwe jî dixwaze ev stratejî bi ser bikeve. Ji ber vê, êrişên berfirehtir amade kirin.
Bi kurtasî dewleta Tirk him bi awayekî veşartî û him jî bi awayekî berfireh di warê dîplomatîk û leşkerî amadekarî dikirin. Di 17’ê Nîsanê de jî ev êriş wisa hatin destpêkirin.
Ev şer ne bi tenê şerê PKK û dewleta Tirk e. Hinek derdor tiştên berevajî vî tiştî dibêjin. Na. Di vir de şaşiyek mezin heye. Ev şer li ser stratejiyekê dimeşe. Hedefa yekemîn a vê stratejiyê PKK ye lê hedef ne bi tenê PKK ye. Hedefa wan ew e ku hemû destketiyên gelê Kurd tesfiye bikin. Piştre jî wê gelê Ereb têxin bin bandora xwe. Ne bi tenê çiyayên Kurdistanê, ew ê Hewlêr û Bexdayê jî têxin bin kontrola xwe.
Divê gelê me baş pê zanibe, li gorî me ev pêvajoyeke awarte ye. Ango seferberî ye, divê her kes çi ji destê wê/wî tê bike. Em di serdemeke gelekî girîng û krîtîk re derbas dibin, gelekî hesas e. Divê em vê pêla êrişê ya dijmin bişkînin, heke ev were şikandin, wê li Tirkiye û Kurdistan û herêmê serdemeke nû dest pê bike. Çareserî wê pêk were, azadî û demokrasî bi pêş ve biçe. Li ser vî esasî ev berxwedan, berxwedana demokrasî û azadiyê ye. Ev berxwedana hebûna gelê Kurd e.”
Projeya dewleta Tirk e
Murat Karayilan ji bo rola PDK´ê di êrişên dagirkeriyê de jî got, “Di sala 2017’an de dema ku li Xanesorê êriş kirin û hevalên YBŞ’yî şehîd bûn, ji bo ku em jî êriş bikin li ser me zext hebû lê rêveberiya me ev tişt da sekinandin. Piştre di payîza 2020’an de hêzeke zêde şandin ji herêma Zêbarî re. Li wan giran hevalên me hebûn. Me dît wê şer çêbe, wan jî gule teqandin, me heval ji wir vekişand. Divê raya giştî baş pê zanibe, par di 5’ê Hezîranê de bi niyeta şer hêzeke mezin derket ser girên Metînayê, temaseke piçûk û şer çêbû. Yekîneyên li wir bi hêza xwe li wan giran bi cih nebûn, me jî hêzên xwe vekişand. Ji bo ku di navbera Kurdan de şer çênebe. Tu xêr di vî tiştî de tine, ti kes wê bi ser nekeve. Ev projeya dewleta Tirk e.
PKK ji bo başûrê Kurdistanê û ji bo federasyona Başûrê Kurdistanê garantorekî mezin e. Ev heqîqeteke mezin e. Heke PKK nebûya Komara Tirkiyeyê ti carî bi serokekî Kurdan re hevdîtin nedikir.
Te dît dibêjin filankes dixwaze darê bibirre û diçê çiqilê ku li ser e, dibirre. Rewşa PDK’ê jî wisa ye. Rewş bi rastî jî ber bi nebaşiyê ve diçe. Em du tiştan dixwazin:
Bila şer nebe şerê di navbera Kurdan de. Bila PDK dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a li ser dijberiya li Kurdan bîne.
Divê mirov piştgiriyê bide yên ku bi kleş û bombeyê şer dike. Piştgiriyê nede jî divê bêalî bimîne. Ya ku em dixwazin ew e; bila hêzên PDK'ê bêalî bimînin, bila li me temaşe bikin.”
Murat Karayilan bang li rewşenbîrên Başûr jî kir û got, “Em bang li hunermend, nivîskar û siyasetvanên rasteqîn dikin. Em bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin; piştigiriyê bidin me. Nehêlin ku şer veguhere şerê Kurd-Kurd, pêşî li vê bigirin. Em di demeke dîrokî de ne. Li dijî dijminê barbar, em bi îradeya ji hesin, bi wêrekiyeke mezin; keç û xortên Kurd li van çiyayan şer dikin. Me niha pîrozbahî şand. Van du rojên dawî hevalan destan nivîsandin.
Ne tiştekî hêsan e, li Kurdistanê tiştekî nû ye. Ez dibêjim, ji bo Kurd Kurdan nekuje, rabin ser piyan.
Rewşenbîrên Kurd, hunermendên Kurd divê bikevin bin bar, derkevin meydanê, bibin xwedî însiyatîf.”
Ji bo gelê Kurd şer dikin
Karayilan ji bo armanca şerê xwe jî got, “Ji bo vî gelî, ji bo paşeroja vî gelî em şer dikin. Û em her roj şehîdan didin. Heger dozeke me ya mezin nebûya, heger ne ji doza pîroz, doza hebûn û azadiyê ya gelê me bûya û heger ne ji doza demokrasî û azadiyê ya herêmê bûya; me yê rahişta çenteyê xwe û bi cihekî din ve biçûna. Em canê xwe jî bidin, divê em serê xwe netewînin. Û em bi xwe bawer in, em ê vî dijminî têk bibin.”
Ciwan dikarin çalakiyan li metropolan bikin
Karayilan bang li ciwanên kurd jî kir û got, “Welatparêzên Kurd hemû, gelê Kurd di vê demê de divê teqez bi rola xwe rabin. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, ciwanên Kurd, jinên azadîxwaz di vê demê de pêwîst e bêdeng nemînin. Bi taybetî ciwanên Kurd ên niha li Tirkiyeyê ne, dikarin li metropolan bi her awayî çalakiyan bikin. Însiyatîfa wan heye. Bila nebêjin çek nîne; çek hene. Bi xwe dikarin peyda bikin. Hesteyek jî çekek e, çekên cûrbecûr hene. Yanî li cihê ku lê ye bila çalakiyan bike, yan jî tevlî nava refên gerîla bibe.”
Bi teşwîqa tirkan êrişî Şengalê kirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan ji bo rewşa li Şenaglê jî got, “Heta niha 74 ferman li xelkê Êzîdî rabûn. Û bi tenê hatin hiştin.
Leşkerên Iraqê jî li wir bûn, lê ew bi tenê hiştin. Niha baweriya gel bi van hêzan kêm bûye, dixwaze hêza xwe ava bike. Çima wan dikin hedef, mirov fêhm nake. Yanî ev hemû bi teşwîqa dewleta Tirk tê kirin.
Vaye dîwar lê dikin. Yanî tê dîtin ku dewleta Iraqê di vê mijarê de hin şaşitiyan dike. Bi taybetî piştî ku Mistefa Kazimî bû Serokwezîrê hikûmeta Iraqê, di temsîlkirina gelê Iraqê, gelê Ereb de zêde kêmasî kirin. Mînak, hikûmeta Iraqê beriya Kazimî bi rengekî fermî ji dewleta Tirk re got, 'Divê Başîka bê valakirin'. Kazimî çi kir? Çû pêşberî Erdogan û mîna leşkerekî sekinî. Yanî eşkere ye ku îradeya gelê Iraqê temsîl nake.
Em her tim bi gelê Êzîdî re ne. PKK li wir nîne, lê belê em piştgiriyê didin wan û em her tim bi wan re ne. Mafê wan e ku asayîşa xwe ava bikin, xwe biparêzin. Li wê derê hêzên Êzîdiyan YBŞ, Asayîşa Êzîdxanê rewa ne û em piştigiryê didin wan. Lê belê îdîaya ku 'PKK wan bi rê ve dibe' derewa dewleta Tirk e. Divê kes ji vê bawer neke. Em hêvî dikin ku mesele bi diyalogê bê çareserkirin.”
ANF/BEHDÎNAN