Çîrok û mîrokên me

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 25 Gulan 2021 - 05:51

  • Rewşen Apaydin: Li hemberî polîtîkayên bişaftinê yên li ser ziman û çandê, xebatên bi zimanê dayikê pirr bi nirx û girîng in. Divê dê û bav van xebatan bigîhînin zarokan.

DÎLAN KARACADAG

 

Navenda Çand û Huner a Sî û Teatra Sî, dest bi xebateke ji bo zarokên Kurd kir. Navê projeyê Çîrok Mîrok e. Bi telefoneke destan û tabletekê dîmen tên girtin û çîrokên Kurdî bi adaptasyoneke pedagojîk ji nû ve tên gotin. Ev çîrok li ser kanala youtube ya navendê tên weşandin. Derhênera projeyê Rewşen Apaydin e û li ser xebatên Çîrok û Mîrokê em bi wê re peyivîn. Ew dibêje, "Bi Çîrok Mîrokê em dixwazin hem zarok hem jî gel hebûna zimanê xwe bibînin." 

Ji bo zarokan bi hezaran bername, kitêb û materyalên çîrokan bi Tirkî hene. Hûn ê çawa xwe bigihînin zarokan? Ti bername li ber we heye?

Li gel Çîrok Mîrok, wek saziya Navenda Çand û Huner a Sî, em li ser şanoya Kurdî jî xebatan dikin û dixwazin leyîstikekê bi Kurdî jî amade bikin û jixwe li ser vê mijarê demeke dirêj e em li ser leyîstikekê jî dixebitin. Lê ji ber pandemiyê ev xebat hinekî giran meşiya. Her wiha li ser muzîkê jî berhemên me hene û xebatên me dewam dikin.

Em dixwazin bi Çîrok Mîrok û xebatên me yên din yên bi Kurdî bibêjin, bi zimanê Kurdî di her warê hunerî de mirov dikare karên baş, dewlemend û hêja biafirîne; zimanê Kurdî dewlemend e û di hemû hêlên hunerî de heye. Em dixwazin zimanê Kurdî bidin hezkirin, li hemberî êrişên çandî jî zimanê xwe biparêzin

Ji bo ku zarok hînî zimanekî bibin, helwêsta dêûbavan muhim e; hûn ê çawa xwe bigihînin dêûbavan, helwêsta wan biguherin û bikin ku zarokên wan li çîrok û mîrokên we bihisînin.

Li hemberî polîtîkayên bişaftinê yên li ser ziman û çandê, xebatên bi zimanê dayikê pirr bi nirx û girîng in. Divê dê û bav van xebatan bigîhînin zarokan û zarok bi alîkariya van xebatan, bi alîkariya dê û bavan zimanê xwe hîn bibin û çanda xwe ji bîr nekin.

Lêbelê em dizanin ku tenê bi çîrokbêjî hişmendî û helwêsta dêûbavan naguhere. Li gel vê, xebat û kirinên cuda jî divê hebin. Lê bi Çîrok Mîrokê em dixwazin hem zarok hem jî gel hebûna zimanê xwe bibînin. Cihê ku em xebatên çand û hunerî dimeşînin bi pirranî Kurdên ji welatê xwe hatine lê dimînin. Têkiliya wan bi zimanê Kurdî re bi salan lawaz bûye, ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê û ji ber lawaziya bikaranîna ziman di nav jiyana rojane de. Bandora kêmasiya huner, perwerdehî û danasîna zimanê Kurdî jî heye di vê hêlê de.

We çîrok û mîrokên çawa hilbijartin? Pîvanên we çi bûn?

Me çîrokên xwe ji nav çîrokên gelêrî, bi salan di nava gel de hatine gotin û gihîştine vê rojê, hilbijartin. Lêbelê di nav hin çîrokan de hêmanên tundiyê û zayendperestiyê hebûn. Me li gorî hişmendiya jiyaneke nû û li gorî pîvanên pedegojiyê ji bo zarokan sererastkirin. Lê me hay jê hebû ku bingeh û esasên çîrokan neguherin, hundirê wan vala nebe.

Rewşen Apaydin

We qîmet da aliyê "kêfanînê" yê çîrokan? Lewma teşwîqa herî baş kalîte û serketîbûna di kêfanînê de ye jî!

Belê me xwest Çîrok Mîrok hem di hêla perwerdehiya ziman ve qenc be û hem jî ji bo zarokan sedema kêfanînekê be. Ango me xwest hem zarok zimanê xwe nas bikin û hez bikin, hem jî bi ziman re kêfa wan jî bê.

We bernameya xwe kengê dest pê kir?

Di astekî xebata çîrok mîrok de me dît Roja Cejna Zimanê Kurdî nêz dibe, me lez da xebatan û xwest bigîhînin vê rojê û cejnê. Em dixwazin her heftê çîrokekê biweşînin.

Di ekîba we de çend kes he ne? Kî ne?

Xebatkar û kedkarên bernameya Çîrok Mîrokê weke lîstikvan
Rabia Keskin û Kaddafî Unal in. Ronî Ekinci û Sînan Gokçe pevdixin. Hasan Yavuz û Umut Şahin kameraman in. Emre Karacoşkun logoya me çêkir û derhênera me jî ez im, Rewşan Apaydin.

Daxwaz û armanca we bi vê bernamê çî ye?

Em dikarin ji bo Çîrok Mîrok xwestekek wisa bînin ziman, heke malbatên me Çîrok Mîrok bigihîne zarokan, di medyaya civakî de parve bike dê ji bo beşên nû ú berdewamiyê dê baş bibe

Yên kû dixwazin alîkariya we bikin, çawa dikarin pişt bi karê we bikin?

Ji ber elaqeya we em gelekî kêfxweş bûn. Malbatên ku Çîrok Mîrok wek alternatîfekê bi zarokên xwe dan temaşekirin, ji bo me pirr girîng û hêja ne. Gelek temaşevanên me yên li ser Çîrok Mîrok şirove kirin, di şiroveyên xwe de qala qêmasiyên teknîkî kirin. Em jî wan kêmasiyan dibînin, lê mixabin em tenê bi telefonê û tabletekê karê xwe dikin û dîmenên Çîrok Mîrokê digirin. 

Ji bo ku Çîrok Mîrok çêtir bibe, hêjatir bibe, em dixwazin ji hêla teknîkî ve hin tiştan nûjen bikin. 

Temaşevan û hogirên me yên ku dixwazin alîkariyê bikin, dikarin li ser e-mailê xwe bigihînin me, têkiliyê bi me re deynin. Navnîşana me golgett@gmail.com e. 

Bimînin di xweşiyê de, bê çîrok nemînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.