Mizgîniya Kurdistanê bidin min

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Nîsan 2024 - 00:19

  • Helbestvanê Kurd Hêmîn Mukiryanî gava çû ser dilovaniya xwe got bila kes li ser gora min şînê negire lê dîlanê bigerînin. Her wiha wî dixwest xelk azadiya mizgîniya Kurdistanê jî jê re bînin. Ji lewma di vê oxirê de gelek helbet nivîsandibûn û zimanê Kurdî ti car nanî xwarê!

Hêmin Mukiryanî, yek ji helbestvanê mezin ê wêjeya Kurdî ye ku di 18’ê Nîsana 1986’an de li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.

Hêmin Mukiryanî ku navê wî yê rastî Muhemed Emîn Şeyhulislamî Mukrî ye, di bihara sala 1921’an de li gundê Laçîn ê navçeya Mukiryan a bajarê Mehabatê ji dayîk bûye. Malbata wî yek ji kesên navdar ên herêmê ye. Bavê wî Seyîd Hesen Mukrî ji malbata Mele Camî Çorî ye ku li herêmê tê naskirin û diya wî Zeynep keça Burhan Şeyhî ye.

Di zarokatiya xwe de ji dapîra xwe Muruvvet li çîrok, efsane û dubendên helbestvanên navdar ên herêmê guhdarî kiriye. Paşê bavê wî ji bo xwendinê ew şand bajarê Mahabatê. Piştî ku dibistana seretayî bi serkeftî diqedîne, bavê wî, wî dişîne medreseya Burahan Şêxo û dersên olî û zanistiyê digire. Hêmin li vir tevî helbestvanê mezin ê Kurd Hejar xwendina medreseyê wergirt û fêrî Erebî û Farisî bû.

Hêmin dersa jiyana rast ji mamoste Fevzî distîne. Di derbarê wan salan de wiha dibêje: “Ez dikarim bi serbilindî bêjim ku ez di nava sal û nîvekê de ji mamoste Fevzî gelek tişt fêr bûm. Wî ez hejandim, tamîr kirim û dîsa rast kir. Deriyên zanîn û hînbûnê ji min re vekir û riya jiyanê nîşanî min da. Bê şik ger min ji xizmetên Fewzî sûd wernegirta û li cem wî nexwendibaya, jiyana min nedibû ya ku îro ez dişopînim û tercîh dikim. Bi wî ez hîn bûm ku ez Kurd im, Kurd miletekî mehrûm û bindest e û zarokên Kurd dê ji bo rizgariyê fedakariyê bikin û canê xwe feda bikin. Wî fêrî min kir ku ez çawa çêja xwe ya edebî xemilînim û zelal bikim. Ez ji wî fêrî nivîsandin û xwendina helbestê bûm. Ez ji wî fêr bûm ku ji welatê xwe hez bikim û bi wî serbilind bim. Wî hînî min kir ku Kurdî zimanek e ku dikare berhemên edebî yên kûr, dewlemend û bi hêz biafirîne û hemû cîhanê bi dest bixe. Hecî Qadirê Koyî, Nalî, Kurdî, Salim, Mewlewî, Herîq, Mehwî, Edeb û Wefayî da naskirin û helbestên wan ji min re şîrove kirin. Wî ez fêrî xwendina rojname û romanan kirim. Wî dîwanên helbestvanên Faris ên şoreşger ji min re dîtin û min teşwîq kir ku ez ji wan bixwînim û fêr bibim.”

Hem rençber hem jî helbestvan e

Hêmin paşê diçe cem Seyîd Abdullah Seyîd Mine. Tê gotin ku mamosteyê Hêmin yê rastî mezin Seyîd Abdullah Seyîd Mine bûye. Heta 17 saliya xwe li gundê Kuliçê li cem vî mamosteyî xwendiye. Piştî 17 saliya xwe koçî gundê Şîlanawe dike û vedigere welatê xwe. Bi roj li zeviyan dixebite û êvaran jî li malê xwendina xwe didomîne. Bi vî awayî êşa gundî, cotkar û kedkaran kûrtir hîs dike.

Dev ji nivîsandinê bernade

Di van salan de helbestên xwe yên ewil dinivîse, lê bavê wî deftara ku tê de helbestên xwe dinivîsandiye hildide û dişewitîne. Lê Hêmin dev ji nivîsandinê bernade. Di 21 saliya xwe de dest bi weşandina helbestên xwe dike. Çapên ewil ên pirtûkên wî yên Tarîk û Ronî û Nalleyî Cudayî li derveyî welat tên çapkirin.

Di sala 1942’an de tevî rêhevalê xwe Hejar Mukiryanî dibe endamê Komeleya Jiyanewey Kurd ku ji bo serxwebûna hemû Kurdistanê dest bi çalakiyan dike. Piştî ku Komara Mehabadê hilweşiya, ji Rojhilatê Kurdistanê derket û derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Hêmin ku yek ji mezintirîn helbestvanên şoreşger ên Kurdistanê ye, di salên koçkirina xwe de ku ji welatê xwe dûr bû, demekê li Kurî Zaniyarî li Bexdayê dest bi lêkolîn û wergerandina li ser zimanê Kurdî kir.

‘Ez ji bo helbestê helbestan dinivîsim’

Di sala 1979’an de, piştî bidawîhatina rejîma totalîter a Pehlewî, di nava endamên Komîteya Navendî ya PDK-Îranê de cih girt. Lê ew piştî demekê derdikeve. Dixwaze ji îmkanên berdest ji bo xizmeta ziman û edebiyata Kurdî sûd werbigire.

Helbestvanê Kurd ê navdar Hêmin di hevpeyvîna xwe ya bi nivîskar Mehmed Uzun re di sala 1979’an de wiha dibêje: “Ez helbestên xwe dinivîsim da ku nemir bin. Weke berhema Mem û Zîn, heta Kurd hebin bila hebûna xwe bidomîne. Lewma jî min tenê ji bo Kurdan û xebatkarên Kurd nivîsand. Ez ji bo bazara helbestan nanivîsim. Ez ji bo helbestê helbestan dinivîsim. Ger zehmetî çêbibin, helbestên helbestî derdikevin holê. Ji ber ku ez naxwazim zimanê Kurdî bînim xwarê.”

Di gelek kovar û rojnameyan de cih digire

Di sala 1983’an de li Urmiye weşanxaneya Selahedîn Eyyûbî ava dike. Di sala 1985’an de kovara Sirwe ku naverokeke wê ya dewlemend heye û her meh ji aliyê vê weşanxaneyê ve dihat weşandin, dike. Kovara Sirwe ku bi lez û bez di nav rewşenbîr û hezkiriyên Kurdî de xwînereke berfireh bi dest xist, li Rojhilatê Kurdistanê dest bi pêvajoyeke nû kir. Kovar dawî li serdemekê tîne ku xwendin û nivîsandina Kurdî wek tabû dihat dîtin.

Hêmin di nav nivîskarên kovar û rojnameyên wek Hewarî Kurd, Hewarî Nîştiman, Girûgalî Minalan, Kurdistan (Weşana fermî ya PDK), Agir û Helale de cih digire.

Di nav zehmetiyan de jiyaneke bi rûmet

Hêmin Mukriyanî weke kesekî bi nirx û qedirbilind di salên dawî yên jiyana xwe de dîsa ked û xebatek mezin da ser axa xwe. Lê xema wî ya herî mezin ew e ku xizmeta wî ya ji bo ziman û çanda Kurdan bê encam bimîne. Ji ber vê sedemê di navbera gundê Şêlanawê û Urmiyê de diçe û tê. Hêmin bi berdewamî welatê xwe bi bîr tîne, di helbestên xwe yên evînî de jî dilsozî û hezkirina xwe ya ji bo Kurdistanê nîşan dide.

Helbestkar, nivîskar û wergêr Hêmin Mukriyanî di salên ku ji welat û malbata xwe dûr ketiye berhemên edebî yên pir dewlemend nivîsandine: Tarîk û Run (1976), Naley Cudayî (1979), Paşerok (1983), Tuhfey Muzeferiye (Oskarman-werger), Kurdîyekan efsaneyî, Li ser Çepkêk Gul û Çepkêk Nêrgiz, Şazade û Geda, Pêşgotina li ser Romana Qelay Dimdim (Ereb Şemo), Hewarî Xalî û dîrok, ziman û çanda Kurdî bi sedan gotar û şîroveyên wî hene.

Di 18’ê Nîsana 1986’an de di 65 saliya xwe de li Urmiyê diçe ber dilovaniya yezdan. Jiyana wî zehmet be jî, bi rûmet dijî. Her kesê ku wî ji nêz ve nas dike, ramanên wî nas dike, behsa wêrekiya wî ya mezin, exlaq, rewşenbîrî, zanîna zimanê Kurdî, hezkirina Kurdayetiyê û helbestên wî yên xurt, kûr û dewlemend dike.

Hêmin Mukiryanî piştî koça dawî dike, gora Hêmin Mukiryanî ya li goristana Budaq Sultan a Mehabadê bûye cihê serdana bi sedan Kurdên hêjayî hunera wî û Simkoyê Şikak Pêşewa Qazî Mihemed.

Ew di helbesteke xwe de vê daxwazê ​​dike;

“Ger ez mirim li ser gora min şînê negirin, belkî bi şahî û dîlanê li dora gora min bigerin û mizgîniya azadiya Kurdistanê ji min re bînin.”

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.