Li bajaroka Rizgarî ya ser bi navçeya Kelar a îdareya Germiyanê Yekemîn Festîvala Wêjeya Jenosîdê a ji bo Helbest û Çîrokan hat lidarxistin. Di festîvalê de 15 çîroknivîs û helbestvanan berhemên xwe yên taybet li ser jenosîdên gelê Kurd pêşkêş kirin.
Îro li Salona Şehîd Heme Kelarî ya li bajaroka Rizgarî ya girêdayî Kelarê, Yekemîn Festîvala Wêjeya Jenosîdê a ji bo Helbest û Çîrokan hat lidarxistin.
Di festîvalê de kesûkarên enfalkiryan, çîroknivîs û helbestvanên ji her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê amade bûn. Di festîvalê de çîroknivîs û helbestvanan berhemên xwe yên taybet li ser jenosîdên Kurdan xwendin. Piştre jî xelat bi ser kesûkarên enfalkiryan, sê çîroknivîs û sê helbestvanan de hat belavkirin.
Divê jenosîd baş werin vegotin
Endamê Komîta Amadekar a Festîvalê Lawan Ehmed di derbarê festîvalê de axivî û got: “Ev yekemîn festîvala wêjeya jenosîd a ji bo çîrok û helbesta ye. Ji aliyê Yekitiya Nivîskarên Jenosîdên Kurdistanê ve hatiye organîzekirin. Ji hemû navçe û bajarokên Herêma Kurdistanê helbestvan tevlî festîvalê bûne. Di festîvalê de beşdarvanan çîrok û helbestên xwe pêşkêş kirin û piştre hatin xelatkirin.”
Lawan Ehmed diyarkir wê festîvala wan rojek berdewam bike û got: “Helbest û çîrokên tên xwendin hemû li ser enfal û jenosîdên bi serê gelê Kurd hatine ye. Ev berhemên hatîn amadekirin di siberojê de wê wek pirtûk bên çapkirin.” Lawan Ehmed da zanîn ku wêje û sînema rolek giring di nasandina tawanên bi serê netewan hatine de heye û got: “Ji bona wê jî pêwîste di aliyê wêjeyî de jenosîdên bi serê gelê Kurd hatine baş werin vegotin.”
ROJNEWS/KELAR