Çiqas têkoşîn ewqas encam
Şemî 4 Çile 2025 - 03:15
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok anî ziman ku hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya bi Rêber Apo re girîng û bi wate ye, lê belê divê kes xwe sist neke û got: Em çiqasî têbikoşin û bi rêxistin bin, em ê ewqasî encamê werbigirin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok di 'Bernameya Taybet' de ya li Stêrk TV axivî û rojev nirxand. Sabrî Ok di destpêka nirxandina xwe de hevdîtina ku bi Rêber APO re hatiye kirin nirxand û wiha got:’’Em baş dizanin ku di sala 2024'an de li Îmraliyê li ser Rêber Apo zextek pir dijwar û tecrîtek giran hebû. Her wiha em dîsa dizanin ku têkoşînekê pir dijwar jî li Îmraliyê hebû. Armanc, stratejî û konsept vê tevgerê tasfiyekirin û Rêber Apo bêbandor kirin bû. Di sala 2024'an de hemû hêza xwe xistin tevgerê. Bi taybetî hatin ser gerîlayên azadiyê, lê tu encam negirtin. Gerîla li ber xwe da. Wek ruhê Asya û Rojgeran li tu cihê gav paş de neavêtin. Bi ruhekê fedaî, afirinêr, bi tevger û bi çalak bûn. Di sala 2024'an de jî encam negirtin. Bi taybetî kampanya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi pêşengtiya jin, ciwan, dostên gelê Kurd re meşiya. Hemû civak, akademîsyên, rewşenbîr, siyasetmedar, şoreşger û sosyalîst heta niha xwedî helwest bûn û têkoşînek meşandin. Rojevek ava kirin, paradîgmaya Rêber Apo çar aliyên dinyayê her ku hat fêmkirin, hat dîtîn, zêdetir bandor kir. Dîsa di Rojhilata Navîn de tiştê pir girîng çêbûn. Wan jî dîtîn ku di Rojhilata Navîn de guhertinek heye. Ev pêşketinên Rojhilata Navîn û derdora Tirkiyê çêbû jî, li ser wan giraniyek çêkir, zextek çêkir. Mirov van hemûyan bide ber çavan, çûna heyeta DEM Partiyê gel Rêber Apo ewqas girîng e. Îro carekê din hevdîtîn bi Rêber Apo re çêdibin. Peyam çêbûn. Ev peyam pir dîrokî ne. Ji herkesî re peyam heye. Rêber Apo ji salan vir ve carekê din got, 'ez amade me ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd.'
Helwesta tevgera me zelal e
Hevserokatiya KCK'ê daxuyanî da û helwesta tevgera me gelê me pir zelal e. Bêgûman tiştê herî serekê her tim, îro jî Rêber Apo ye. Hevserokatiya KCK'ê jî diyar kir a girîng pêwîste têkoşîn her tim were bilindkirin. Ji bo Rêber Apo vê rola xwe ya dîrokî hîn baş û rehet bilîze. Ev girîng e. Yek jî pêwîste mirov nekeve rehavetê. Hêviya ne rast, pirolê jî ne rast in, di cih de nîne. Mirov hêza xwe jî bawer be. Rastiya xwe bawer be û ev nebûya wek min anî ziman dewleta Tirkiyê îro heyet jî nedişand Îmraliyê. Heger heyet çûbe, wê çaxê pirsgirêkê wan heye. Ew çi ye? Di armancên xwe de sernekin, têkoşîna me bilind bû û neçar man.
Rêzê li hesasiyetên Kurdan bigrin
Yanî him tu yê hebûna gelê Kurd, mafê gelê Kurd red bikî, qebûl nekî, him jî qala hin tiştan bikî. Ev nerast e û nabe. Di şerê nêzî 50 sal tê meşandin de deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Ev ne tenê gerîla yan jî gelê Kurd bû. Yê Tirk jî bi deh hezaran leşkerê wan, her wiha mirovê wan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin. Bi mîlyonan mirov bi zorê koçber bûn. Yanî tê gotin, di vî şerî de sê trîlyon dolar hatiye xerckirin. Heke ev pere ji bo perwerdehî, tenduristî û ji bo gelên Tirkiyeyê hatiba xerckirin wê îro rewş cûda bûya. Mixabin gelê Tirkiyeyê nizane çima di vî halî de ye. Ew zîhnîyet bû sedem. Divê dewleta Tirk vê zîhniyetê biguherîne. Belê dibe ku hesasiyetên civaka Tirkiyeyê hebin, lê hesasiyetên gelê Kurd jî hene. Divê ew li hemberî gelê Kurd û bi taybet li hemberî helwesta Rêber Apo rêzdar bin. Divê zêdetir rewşenbîr, akademisyen û kesayetên Kurd û yên Tirkiyeyê xwedî rol bin û xwedî li rastî û heqîqetê derkevin. Divê çavên xwe ji rastî û heqîqetê re negirin, tiştên pêwîst bibêjin, gavên pêwîst bavêjin, civakê hişyar bikin û zextê li dewletê bikin. Pêwîste kûrahiya şer herî zêde ew zanibin.
Divê rehavet çênebe
Tişta ku em dizanin Rêber Apo tiştekî dibêje teqez bi kûrahî, demdirêj û demkurt nîqaşek kiriye û gihîştiye armancekê û hewl dide tiştekî bi ser bixe û pêş bixe. Lê dewleta Tirk wê xwe çiqasî bide ber, bi berpirsyarî tevbigere û hîn jî di serê wê de hin planên ne bi xêrê yên weke 'Em ê çawa tevgerê tasfiye bikin, derbê lêxin û encam bigirin' dikin. Heke aqilekî wisa hebe. Ez vê bibêjim kes nikare li hemberî îrade, paradîgma û ruhê berxwedana PKK'ê encamê bigire. Çi dibe bila bibe weke ku Hevserokatiya KCK'ê jî anî ziman; 'Erê Rêber Apo îradeya me ye û çi qotiye ji bo me derbasdar e". Lê divê em ti carî nekevin nava rehawetê, hedefa me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Divê rehawet çênebe û hemû derfet baş bên bikaranîn, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di sala 2025’an de pêk bê. Hêviya me ya yekemîn a ji bo 2025’an ev e. Dudu; ji bo yekîtiya gelê Kurd têkoşînek xurt bê dayîn. Her kes xwe berpirsyar bibîne. Em jî xwe berpirsyar dibînin. Sê; divê ti kes qet nekevin rehawetê. Her tim Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê Asya û Rojgeran li ber xwe dide. Divê em zanibin ku em çiqasî têbikoşin û rêxistinkirî bin em ewqasî bi hêz in. Hêviya min a 2025’an ev e, em ê wisa bikin û em ê wisa jî encam bigirin.
NAVENDA NÛÇEYAN