Çima ber bi mirinê ve!

Pêncşem 11 Mijdar 2021 - 22:37

  • Penaberê li ser sînorê Lehistanê:  Hemû hewldanên me ji bo çûyîna Ewrûpayê ne, ger rê li me venekin jî, em venagerin Herêma Kurdistanê. Heger me bikujin jî em careke din venagerin Kurdistanê.

Welatiyên Başûrê Kurdistanê gava li ser koçberbûnê fikra xwe dibêjin, mirov bi carekê fêm dike, ewên li ser sînorê di navbera Lehistan û Belarûsê de wê venegerin. Bi hezaran koçber li ser sînorê di navbera Belarûs û Lehistanê de li benda çûyîna welatên Ewrûpayê ne. Heta niha li wir li gorî çavkaniyên cihê 8 ta 15 penaberan ji birçîna û sermê mirine.

Ev agahî bi xwşikî nayên piştrastkirin, ji ber ku Lehistanê li ser devera sînor rewşa awarte ragihandiye û Belarûs jî hejmarên pistrastnebûyî belav dike. Bi her halî ji destpêka vê hefteyê ve, penaber kom bûn û bi hejmareke bi hezaran berê xwe dan sînorê di navbera Lehistan û  Belarûsê. 

Vê rewşê kir ku penaber li Başûrê Kurdistanê jî bibin rojev. Herçî hikûmeta Hewlêrê û PDK ne, di asta berpirsiyarên herî jor de bê deng in. Yanî heta niha jî Mesrûr Barzanî li ser meseleyê neaxiviye. Yên din jî her penaber bi xwe û PKK gunehbar kirine. Yanî ji ber ku di şerê parastina Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de bê destê xwe jî ew nîşan didin wan aliyê dagirkeran girtiye, ew bîr nabin ku aliyê êrişkar gunehbar bikin. 

Axir Rojnews bi penaberên li ser sînorê Lehistanê, bi nûnerên rêxistinan, rojnamevanan û welatiyan re peyiviye ji bo ku em ji meseleyê fêm bikin. Gotinên penaberên li ser sînor li Kurdistanê jî dibin sedema minaqeşeyan. Li gorî rojnamevan û welatiyan, ev bûyer ne koç kirine, lê revîn e. Penaberek li ser sînorê Belarûsê dibêje, “Em li vir ji serma û birçîna bimrin jî, em venagerin Herêma Kurdistanê. Mirina li vir ji jiyana li wir xweştir e.”

Roj bi roj xetera mirina mirina bi hezaran penaberan zêde dibe. Penaber êdî ne dikarin biçin Belarûsê ne jî Lehistanê; yanî di nava du bereyan de di sermayê de asê mane. Piştî belavbûna dîmenên penaberan, nerazîbûnên tund li Başûrê Kurdistanê jî ji hikûmeta Hewlêrê çêbûn.

Me bikujin jî em venagerin

Mihemed Resûl ciwanekê ji Herêma Raperînê ye. Ew jî tevî hezaran penaberên din niha li ser sînorê di navbera Belarûs û Lehistanê de asê maye. Mihemed Resûl li ser sedema çûyîna xwe dibêje,”Hemû hewldanên me ji bo çûyîna Ewrûpayê ne, ger rê li me venekin jî, em venagerin Herêma Kurdistanê. Heger me bikujin jî em careke din venagerin Kurdistanê.”

Rêveberiya xirab sedema revê ye

Serokê Saziya Lûtke ya ji bo Kar û Barê Penaberan Arî Celal jî got, mixabin ji ber desthilatdariya xirab a herêmê, qeyrana aborî, nebûna mûçe, derfeta kar û nebûna xizmetguzariyê, li gorî salên bihurî rêjeya koçkirinê ya ji bo Ewrûpayê gelekî zêde bûye û niha jî dewam dike.

Li gorî daneyên Saziya Lûtkey, di nava 10 mehan de cenazeyên 3 kesên di rêyên koçkirinê de mirine hatine dîtin û heta niha cenazeyê 10 kesan jî nehatine dîtin. Arî Celal di dewamê de got; “Niha zêdetirî 2 hezar kesan li ser sînorê Belarus û Lehistanê ne, pirraniya vê hejmarê xelkê Herêma Kurdistanê ne.”

Ne koçberî ye, rev e

Rojnamevan Hawkar Îzet ji vê bûyerê re ku niha diqewime, dibêje, ne koçkirine belê reva ji welat e. Hawkar Îzet dibêje, wî derbarê mijarê de nameyek ji serokatiyên herêmê re şandiye, lê heta niha guh nedane banga wî. Hawkar di dewamê de dibêje, “Ya niha ne koçberî ye,  rev e. Sedemên vê revê jî gelek in, sedemên siyasî, aborî, nebûna azadiyê. Ev hemû dibin sedem ku xelkê Herêma Kurdistanê bireve.” Hawkar Îzet dibêje, heta niha jî rayedarên hikûmetê xwe li bangan kerr dikin.

Serma Belarûsê çêtir e

Bawan Bekir ji xelkê Silêmaniyê ye, ew jî dibêje, “Heger ez ciwan bama minê ji mêj welat hêlaba. Li vir jiyan tenê ji bo kurên berpirsan e, heger mirov di serma Belarûsê de bimre baştir e ji vê jiyana li vir.”

Welatiya bi navê Şikofe Rehman jî dibêje, “Niha jin jî berê xwe didin derve, ji ber ku kes nayê tayînkirin. Derfetên kar nînin, mûçe nîne û bazar giran e. Sedemeke a din a çûyînê jî, nakokiya di navbera hizban de ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.