Dema aştî hat em ê şînê daynin
Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 12:10
- Îhsan Seylan ku biraziyê wî Umit Seylan di komkujiya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû, anî ziman ku daxwaza qurbaniyan aştî bû û got: “Roja ku aştî hat wê demê em ê şîna xwe daynin û wan bi bîr bînin.”
Di 10'ê Cotmeha 2015'an de bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK), Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Odeya Mîmar û Mihendîsên Tirk (TMMOB), li Qada Stasyona Garê ya Enqereyê mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê hat li darxistin. Dema girse ji bo mîtîngê li qadê kom bû, ji aliyê DAIŞ'ê ve êrişeke teqînê pêk hat. Di encama êrişê de 104 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn. Piştî komkujiyê 35 kes hatin binçavkirin û ji van 10 kes ku endamên DAIŞ'ê bûn hatin girtin. Di 1'ê Tirmeha 2024'an de ji bo 10 girtiyên bersûcên komkujiyê bûn 101 caran cezayê muebeta giran hat dayin.
Piştî komkujiyê Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu gotibû, “Piştî van komkujiyan di anketan de dixuyê dengên me bilind bûnê.’ Ew gotinên Ahmet Davutoglu di raya giştî de wek nîşaneya hevkariya desthilata AKP'ê û DAIŞ'ê hat nîqaşkirin.
Yek ji kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû Umît Seylan bû. Umît Seylan 18 salî bû û ji bo xwendina zanîngehê hatibû Enqereyê. Umît Seylan bi eslê xwe ji Erzîromê ye. Ew jî jî bi 104 hevalên xwe yên di komkujiyê de jiyana xwe ji destdabûn bi daxwaza aştiyê tevli mîtîngê bû. Di encama komkujiyê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî piştî 3 rojan piştî DNA'yê radestî malbatê kirin. Apê Umît Seylan Îhsan Seylan ku roja komkujiyê ew jî ji bo tevlîbûna mîtîngê di rê de bû diyar kir ku xewn û xeyalên qurbaniyên komkujiyê aştî bû û piştî ku aştî pêk hat dê şînê daynin.
Îhsan Seylan ê ku dema diçe mîtîngê di rê de dibihîse ku teqîn çêbûye anî ziman ku roja komkujiyê ji bîra wî naçe û wiha qala wê rojê kir: “Dema me ew dîmen dît hişê me ji serê me çû. Em bi tenê man. Pergalê jî birînên me bêhtir kûr kirin. Yanî ji malbatan re digotin çima zarokên we çûnê wir. 3 rojan me nekarî xwe bigehejînê cenazeyê Umît. Piştî 3 rojan bi DNA'yê cenazeyê Umît tespît kirin û me cenazê xwe bir Erziromê veşart. Roja ku aştî hat wê demê em ê şîna xwe daynin û wan bibîrbînin.”
AW / ENQERE / MAHMÛT ALTINTAŞ