Bêdengî protesto kirin

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 14 Mijdar 2021 - 23:11

  • Li Dusseldorf û Anversê Kurdan dewleta Tirk ji ber bikaranîna sîlehên kîmyewî û dewletên Ewrûpî jî ji ber hevkarî û bêdengiya xwe rûreş kirin.

Li Dusseldorf û Anversê Kurdan dewleta Tirk ji ber bikaranîna sîlehên kîmyewî û dewletên Ewrûpî jî ji ber hevkarî û bêdengiya xwe rûreş kirin.

Beriya çendekê HPG´ê bîlançoya 6 mehan a li dijî êrişkariya dagirker a dewleta Tirk a ji 23´ê Nîsanê ve eşkere kir û got, di nava 6 mehan de dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê herî kêm 323 caran sîlehên kîmyewî bi kar anîne. Kurd jî ev bi hefteyan e ku dadikevin meydanan û van êrişên li dijî mirovahiyê protesto dikin. 

Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê û li bajarê Belçîkayê Anversê Kurdan û dostên wan got, ‘Kurd bi sîlehên kîmyewî tên kuştin´, bal birin ser êrişên bi sîlehên kîmyewî yên dewleta Tirk û bêdengiya dewletên Ewrûpî û wan dewama firotina sîlehan jî protesto kir. 

Li paytexta NRW´ê Dusseldorfê, FED-MED, NRW YJK-E, TêkoJIN û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi hev re meşek organîze kir. Meşê ji ber avahiya DGB Hausê dest pê kir. Kurdên beşdarî meşê bûn cilûbergên spî weke sembola bikaranîna çekên kîyewî li ber xwe kirin. 

Kurdan bi dovîzên li ser wan nivîsandî "Êrişên bi sîlehên kîmyewî û biyolojîk ên li Kurdistanê rawestîne" û "Doh Vietnam îro kurdistan" jî peyamên xwe dan raya giştî. Xwepêşandêran bi dehan modelên droneyan jî hilgirtin û pê hem firotina sîlehan û hem jî bêdengiya dewletên Ewrûpî beramberî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk protesto kirin. 

´Em dikarin êrişan bidin sekinandin´

Li ser navê YJK-E´yê Yildiz Filimci got, "Êrişên li dijî gerîla, li dijî gelê Kurd in. Em dikarin van êrişan bidin sekinandin. Em çi qasî xwedî li doza xwe derkevin, dewletên Ewrûpî û raya giştî ya dinyayê jî wê ewqasî xwedî derkeve." Hevserokê FED-MED´ê Ahmet Elmas jî OPCW beramberî êrişên bi sîlehên kîmyewî wezîfeya xwe bike.

Kurdên li Belçîkayê jî li Anversê, li meydana Sintjanplain meşek li dar xist û meşa xwe bi mîtîngekê bi dawî kir. 

Di mîtîngê de Berdevkê Rêxistina Aştiyê ya Belçîkayê Andy Vermaut peyivî û got, dewleta Tirk bi lîderiya Erdogan dixwaze Kurdan qetil bike û ji bo vê sîlehên kîmyewî bi kar tîne û beramberî vê dinya bêdeng e. Andy Vermaut got, divê pişta gelê Kurd ê berxwedêr bê girtin.

Hevserokê NAV-BEL´ê Davut Keskin jî got, gerîla li ber xwe dide û gelê Kurd wê di şer de bi ser keve.

DUSSELDORF/ANVERS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.