
- Îna bihurî, yekî din ji penaberên Kurd ên li ser sînorê di navbera Belarûs û Lehistanê de li cihê lê asê mabûn, ji ber serma û birçîbûnê, wefat kir.
 
Îna bihurî, yekî din ji penaberên Kurd ên li ser sînorê di navbera Belarûs û Lehistanê de li cihê lê asê mabûn, ji ber serma û birçîbûnê, wefat kir. Li gorî agahiyên ku saziya civaka sivîl Seebrucke ya ku bi hewara penaberan ve diçe, li heman deverê heta niha herî kêm 8 penaber ji serma û biçîna mirine.
Li ser sînorê rojhilatê Yekîtiya Ewrûpayê (YE) felaketeke insanî diqewime. Ji gelek hefteyan û vir ve li ser sînorê di navbera Belarûs û Lehistanê de dor li penaberan hatiye girtin û asê mane. Îna bihurî sibehê, Geylan Dilêr ê 25 salî yê ji Hewlêrê ji birçîna û sermê qufilî û wefat kir. Li gorî tevgera alîkariya insanî ya ji bo penaberan Seebrucke li heman deverê heta niha herî kêm 8 mirov ji serma û birçîbûnê mirine. Mirovên ku hewl didin di ser Belarûsê re pena xwe bibin Ewrûpayê, gava ku Lehistan bi wan dihise, berê wan bi zorê dide devera eskerî ya tampon a di navbera Belarûs û Lehistanê de.
Seebrucke dibêje, "Mirov neçar dimînin xwe li daristanan veşêrin, hindik ma berfa pêşî bikeve. Ew bêzar in beramberî serma, şilî û birçîbûnê." Vê hefteyê Seebrucke bang kir ku çalakiyên ne navendî bi şîara #GrünesLichtFürAufnahme! (Ji bo qebûlê [qebûla penaberan] lempa klesk!) bên lidarxistin. Wê got, "Li naverastê, li Ewrûpayê, dîwar û çîtên sînor tên lêkirin: Ev li ber çavên me diqewime û nabe ku em berê xwe jê bidin alî!"
NAVENDA NÛÇEYAN













