- Li lîderê muxalefeta Belarûsê Sergei Tikhanovsky 18 salan cezayê girtîgehê hat birrîn. Sergei Tikhanovsky li dijî Lukashenko çalakiyên protestoyî li dar xistibûn.
Li lîderê muxalefeta Belarûsê Sergei Tikhanovsky 18 salan cezayê girtîgehê hat birrîn. Sergei Tikhanovsky li dijî Lukashenko çalakiyên protestoyî li dar xistibûn.
Piştî rûniştina li pişt deriyên girtî, Sergei Tikhanovsky bi sûcdariya "Raperîna girseyî li dar xistiye" û dijminatiya civakî sor kiriye hate mehkûmkirin û bi 18 sal cezayê girtîgehê lê hat birrîn.
Tevî Tikhanovsky her wiha pênc muxalifên din jî hatin dadgehkirin û ji 14 sal heta 16 salan cezayê girtîgehê li wan hate birrîn.
Li gorî qanûnan di nava 10 rojan de îtiraz li biryarê dikare bê kirin.
Tikhanovsky ê 43 salî ku aktîvîst û nivîskarekî blogê yê navdar e, Gulana 2020’an namzetiya xwe ya ji bo serokkomariyê eşkere kir, lê piştî demeke kurt hate girtin.
Hevsera wî Svetlana Tikhanovskaya kete şûna wî, lê belê li hemberî Alexander Lukashenko yê ku 25 sal in bi gumanbarî Belarûsê bi rê ve dibe, meha Tebaxê ya heman salê winda kir.
Svetlana Tikhanovskaya rojekê piştî hilbijartinê ji ber fikara li ser jiyana xwe tevî zarokên xwe hate sirgûnkirin. Niha jî li Litvanyayê li sirgûnê ye.
Svetlana Tikhanovskaya dadgeha ku hevserê wê dadgeh kir, rewa nabîne û dibêje, cezayê hatiye birrîn 'tolhildana şexsî' ya Lukashenko ye.
Ajansa nûçeyan a dewletê ya Belarûsê ragihand ku biryar roja Sêşemê li bajarê Gomelê yê li başûrrojhilatê welêt ji aliyê dadgehekê ve hatiye dayin.
Muxalifên sereke yên Belarûsê yan hatin girtin yan jî neçar hatin hiştin ku welêt biterikînin.
KIEV